24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Filistînê kî û şerê çi dikin?

H. Halît Alaçati

Ev demek e rageşiya di navbera Filistîn û Îsraîlê de cardin zêde bû. Gelek sedemên van bûyerên dawiyê hene. Lê di esasê xwe de mijar parvekirina ax û îktîdarê ye. Li gorî hind derdoran ev rageşî destpêka Întîfadayek nû ye. Wekî tê zanîn Întîfada di erebî de tê wateya serhildanê. Heta niha du caran întîfada wekî hemleyan hatiye destpêkirin. Li gorî hind derdoran jî ev rageşî dê heta demekê berdewam bike û wekî yên din sar bibe. Baş e bi rastî sedema rageşiyên dawî çi ye û dê ev rageşî heta kûderê berdewam bike, çawa bi encam bibe.

Berî her tiştî divê em rewşa heyî tehlîl bikin. Israîl niha diçe hilbijartinê. Di nav du salên borî de çar caran çû hilbijartinê û niha amadekariya hilbijartina pêncemîn dike. Ev nîşaneyek pirsgirêk û qeyranek siyasî ye. Gelê cihû di navbera îktîdara Binyabîn Netenyahû û muxalefetê de bûye du beş. Tu alî nikarin bi serê xwe îktîdarê ava bikin. Her çiqas hikûmetên nîvekar ava bikin jî encam nade. Alî naxwazin polîtîkayên xwe yên xwerû bimeşînin û ji bo vê di pirsgirêka herî biçûk de diçin hilbijartinê.

Mijara herî sereke ya hilbijartinên Israîlê bêguman şerê bi filistîniyan re ye. Ji bo vê berî her hilbijartinê bi taybetî neteweperestên cihû vê mijarê diazirînin. Li ser bilindkirina pêla neteweperestiyê dixwazin dengen xwe zêde bikin û bi serê xwe bibin îktîdar. Bi vî alî ve em dikarin bejin sedemek vê aloziya dawî hilbijartinên Israîlê û polîtîkayên neteweperest in.

Sedemek din guherîna îktîdara li Amerîkayê ye. Rêveberiya Biden ji ya Trump cudatir difikire di hind mijaran de. Ji van yek jî têkiliyên bi Îranê re ne. Trump xwe ji Peymana Nûkleerê kişand û pêdankirinên giran li ser Tehranê ferz kirin. Biden vê polîtîkayê sûdewer nabîne. Ev her her tim meyla demokratên Amerîkayê ye. Niha dixwaze cardin vê peymanê nû bike. Ev yek herî zêde Israîlê aciz dike. Ji ber ku Israîl, Îranê wekî talûkeya herî mezin a li hemberî xwe dibîne. Ev çiqas wisa ye, mijrek nîqaşê ye. Lê Îran jî di vî warî de bi zanîn têra xwe materyal dide. Ji Libnan, Filistîn heta Iraq û Sûriyeyê hêzên xwe yên paramilîter û fermî bi cih kirine.

Israîl dizane bêyî piştgiriya qewî ya Amerîkayê nikare li ser piyan bimîne. Ji bo vê li dijî Peymana Nûkleerê derdikeve. Naxwaze Amerîka cardin vegerê vê peymanê. Bi van gengaşiyan li aliyekê jî dixwaze bi awayek defakto vê pêvajoyê hêj destpênekirî bi dawî bike. Di demek şerek di vê astiyê didome de Amerîka neçare ku helwesta xwe nîşan bide û polîtîkayên li hemberî Îranê hişk bike. Ev yek jî vegera Peymana Nûkleerê asteng dike. Yek jî Israîl di her alî de li hemberî Filistînê serdest û bi hêz e. Tiştek winda bike tune ye.

Ev rewş politikaya Amerîkayê ya tehkîmkirina mitefîkên wê yên kevin jî asteng dike. Ji bo wê naxwaze Israîl zêde gengaşiyê zêde bike. Dixwaze Israîl, dewletên ereb û Tirkiyeyê li hemberî Rusya û Îranê wekî berê bîne cem hev. Ji bo vê pêvajoya asayîbûnê ya di navbera welatên ereb û Israîlê de dabû destpêkirin û heta astekê encam girtibû. Ji ber gengaşiya Israîl û Filistînê ev pêvajo jî qut dibe. Ev yek ji bo Israîlê jî girîng e lê stratejiya bingehîn a Amerîkayê ye. Dê çiqas mudahaleyê pêvajoyê bike nediyar e. Ji ber ku dîplomasî û dîasporayek xurt a Israîlê li Amerîkayê heye. Ev yek rêveberiyê dide zorê.

Aliyê din ê gengaşiyê jî rêxistinên filistînî û Îran e. Bandorek mezin a Îranê li ser van rêxistinan heye. Dema dixwaze li ser Hamasê wan dixe nav tevgerê. Îran naxwaze Amerîka mitefîkên xwe yên berê Tirkiye, Îsraîl û dewletên ereban bîne cem hev. Ji ber ku hedefa vê komê teva dibe Îran. Ligel vê heman tişt ji bo Rusyayê jî derbasdar e. Hedefek Amerîkayê jî Rusya ye. Dema ev koalisyon çêbe bandora Rusyayê jî li Rojhilata Navîn qels dibe. Bi vê boneyê zêdekirina gengaşiyê wekî Israîl di heman demê de kêrî Îran û Rusyayê tê. Qasî Îsraîl û dewletên ereban bên cem hev, pêvajoya asayîbûnê ew qas asteng bibe. Ev yek jî mitefîkên Amerîkayê belav û Amerîkayê jî qels dihêle.

Bi kurtasî Filistîn bûye qadek şerên derveyî lê tên meşandin. Rêxistinên filistînî jî parçe parçe û qels in. Di bin bandora hêzên derveyî de tevdigerin. Dewletên wekî Îran, Tirkiya û qraltiyên ereban jî vê mijarê ji bo berjewendiyên xwe yên hundirîn û derveyî bikar tînin. Li ser hamaseta doza Îsraîlê girseya xwe ya hundirîn konsolide dikin û li hemberî hêzên navneteweyî û herêmî jî dixwazin wekî çekekê bikar bînin. Ji bo dewlet û îktîdarên oldar doza Filistînê bazarek bi qezenc e. Li gorî berjewendiyên xwe rihet dikirin û difiroşin.

Di vê çarçoveyê de gengaşiyên dawî encama lihevhatina berjewendiyên Îran, Rusya û Israîlê ye. Ên ceza û êşa wê dikişînin jî gelê Filistînê ye. Ji bo vê wekî tê îdia kirin ev ne destpêka Întîfadayek nû ye. Rêxistinên filistînî qasî nekarin întîfadayek nû bidin destpêkirin qels û perçebûyî ne. Ji stratejî, polîtîka û vîzyonek nû bêpar in. Ev gengeşî heta Israîl û hêzên din ên derveyî digihin armanca xwe berdewam bike û piştre jî bê ji bîrkirin. Wekî bi dehan salan e dubare dibe.

Çareseriya doza Filistîn-Israîlê li gorî hişmendiya netew dewletê nayê çareserkirin. Ev ne mimkûn e. Mijarên olî û netewî ketine nav hev. Mescîdî Aksa li ser xirabeyên Mabeda Silêman hatiye avakirin. Bi hişmendiya du dewletî an jî yeke dewletî nayê çareser kirin. Tekane çareserî modelek nû ye. Ev model jî paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêşkirî ye. Ango fikriyata neteweya demokratik û xweseriya demokratîk e. Li heman bajarî di çarçoveya wekheviya cudahiyan de her gel xwe rêbe bibe.

Zordarî û tecrîda li ser Ocalan, êrîşên li ser rojava û başurê Kurdistanê, şerê topyekûn ê li tevahiya Kurdistanê tê meşandin û bêdengbûna dewletên herêmî û navneteweyî ya li hemberî vê zordariyê jî çavkaniya xwe ji vir digire. Ji ber ku hişmendiya netew dewletî, nijadperest û neteweperest naxwaze gel bi hev re bijîn. Dema gel bi hev re dijîn berjewendiyên wan ji holê radibin. Modela Ocalan hesabên wan sero bino dike. Lê ji bo bindestan tekane çareserî jî ev e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê