16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Fransayê ji bo zarokên bin 15 salî qanûn hat derxistin

Li Fransayê têkiliya zayendî ya bi zarokên ku temenê wan bin 15 salî de dê êdî wek ensest û tecawizê bê hesibandin.

Mehek berê li meclisa Fransayê qanûna ku bi zarokên temenê wan bin 15 salî re têkiliya zayendî, ensestî hatibû parlamentoyê. Qanûna li dijî têkiliya zayendî ya bi zarokên 15 salî re hat qedexekirin, li meclisa Fransayê hat erêkirin.

Li gor vê qanûnê ger bi zarokên bin 15 saliya xwe re têkiliya zayendî bi rizaya her du aliyan be jî dê wek sûcê ensest û tecawizê bê hesibandin û heta 20 salan were darizandin.

Her wiha li gorî qanûna ku li meclisê hatî erêkirin, kesên ku bi zarokên bin 15 salî re di odeyên dijîtal ango li ser hesabên dijîtal de sohbetên zayendî bike jî dê ji sûcê pedofîliyê heta 10 salan bi cezayê hepsê werê darizandin an jî dê 150 dolar lê pere were birîn.

Ev qanûn li Fransayê wek ‘pêngaveke dîrokî’ hat pênasekirin. Beriya vê qanûnê li Fransayê kesên temenê wan di bin 18 salî de dema ku tev li nav bûyereke zayendî dibûn ev yek li gor nêzîkatiya her du aliyan wek sûcê taciz û tecawizê dihat hesibandin. Yanî diviya bû ku delîlên zextlêkirinê û tehdîtkirinê hebûya. Lê bi vê qanûnê ev şertê delîlan ji holê rabû.