24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek bajaran qadên Newrozê têra gel nekirin

Li Riha, Cizîr, Şirnex, Qoser, Nisêbîn, Sêrt, Dîlok, Êlih û Dêrsimê hatina biharê ango Newroz bi coşeke mezin hatin pîrozkirin.

Li Rihayê, bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li qada kêleka Stadyûma 11’ê Nîsanê li hev kom bûn. Kesên ji bo Newrozê ku  bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” tê pîrozkirin qadê têje kirin, piraniya wan jin û ciwan bûn. Jinên ku kincên kesk, sor û zer li xwe kiribûn, vekişandina ji Peymana Stenbolê bi dûrişmeyên “jin jiyan azadî” şermezar kirin. Ciwanan jî qûleyan ava kirin û dîmenên rengîn derxistin holê. Di pîrozahiyan de 4 jê zarok bi giştî 7 kes hatin binçav kirin.

Rihayê got navnîşan Ocalan e

Di pîrozahiya Newrozê ya Rihayê de bi hezaran kesên ku li hev civiyan, bersiv dan tecrîda li Îmraliyê, çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan û zextên li ser HDP’ê. Omer Ocalan ê HDP’î jî diyar kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê Îmralî ye.

Li Êlihê zêdetirî 100 hezar kes

Li Êlihê qada Newrozê bi zêdetirî 100 hezar kesî hat dagirtin. Hevserokê KCD’ê û parlamenter Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz û nûnerên saziyên civakî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Berdan Ozturk anî ziman ku Ocalan îradeya gel e û divê bi Ocalan re hevdîtin were kirin.

Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku ji peywirê hatibûn girtin axivîn û gotin ku berxwedana gel ji wan re bûye derd û dê agirê berxwedanê gurtir bibe. Feleknas Uca bal kişand ser rewşa Ocalan û got ku divê CPT peywira xwe bi cih bîne.

Li Qoser û Nisêbînê pîrozbahiyên girseyî

Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi deh hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li qada Newrozê zêdebûna polîsan zêde bal kişand ser xwe. Gelê Nisêbînê di saetên serê sibê de derbasî qada Newrozê bûn. Gel cil û bergên xwe yên rengîn li xwe kirin û meşiyan qada Newrozê.

Li Navçeya Qoserê jî girse li qada Otogara Qoserê kom bû û Newroz pîroz kirin. Jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li Newrozê bûn. Gel di 2 nokteyên lêgerînê re derbasî qada Newrozê bûn. Hêj bernameya Newrozê dest pê nekiribû gel qada Newrozê tijî kir û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Li qadê girse govendê digerîne û diruşm berz dikin.

Li Cizîrê bend hatin hilweşandin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi dehezaran kesên di saetên serê sibê de bi kincên xwe yên neteweyî herikîn qada Newrozê, li ber stranan govend gerandin. Bi dehezaran kesên ji bo bikevin qada Newrozê, li nokteyên kontrolê ji bo koda HES’ê hatin rawestandin. Her saeta derbas dibe qerebalix zêdetir bû. Girseya ku kom bû, bênavber diruşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana zindanan” û “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin. Polîsên ku welatiyên li noqteyên kontrolê xistin nav zoriyê, bi ser bi dehezaran kesên li qada Newrozê kom bibûn de bombeyên gazê avêtin. Welatiyan li ser vê yekê, barîkata polîsan hilweşandin û ketin qada Newrozê.

Parlamenter Ayşe Acar Başaran di pîrozbahiya Cizîrê de axivî û anî ziman ku tecrîd tê wateya şer û daxwaza gelê kurd ew e ku tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Cizîr şewitandin, wêran kirin, di jêrzemînan de gelek hevalên me qetil kirin. Bajar dorpêç kirin lê nekaribûn paşve gav li gelê Cizîrê bidin avêtin. Gelê Cizîrê dev ji berxwedanê berneda.”

Botan îro jî li ser pêyan e

Li navenda Şirnexê bi tevlêbûna hezaran Newroz hat pîrozkirin. Li qada Newrozê bênavber dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku agirê ku di Newroza îsal de hatiye pêxistin dê dawî li zilma Dehaqan bîne. Temel da zanîn ku gelo Botanê îro li hemberî zextan li ser pêyan e.

Sêrt wekî her salê dîsa rengîn bû

Li Sêrtê, Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat pîrozkirin. Gel herikî qada Newrozê ya li Taxa Aştiyê û piştî lêgerîna noqteya kontrolê ketin qadê. Girseyê mîna her salê îsal jî, bi cil û bergên xwe yên neteweyî qada Newrozê xemilandin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de xwest deriyên Îmraliyê bên vekirin û bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Di Newroza Sêrtê de hat gotin ku dê li hemberî zextan tu caran serî netewînin.

Dêrsimê guh neda qedexeya walî

Walîtiya Dersimê, beriya çend rojan daxuyanî da û ragihand ku ji bo Newrozê wê tenê destûr bide ku daxuyanî bê dayîn û nehêle ku Newroz li bajar bê pîrozkirin. Gelê Dersimê guh neda vê qedexeya walîtiyê û bi kincên xwe yên herêmî ji bo pîrozbahiyê li qada Seyît Riza li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Li qada Seyîd Riza pankartên li ser wan bi kirmanckî, kurmancî û tirkî “Newroz pîroz be” nivîsandî hatin daleqandin û dîmenên rengî derketin holê. Dêrsimiyan li ber stranên gotin govend gerandin û timik diruşma “Newroz pîroz be” berz kirin.

Li Dîlokê qad zû tije bû

Li Dîlokê pîrozahiya Newrozê li navçeya Şehîtkamîl li qada Otobusên Tûrê tê kirin. Beriya destpêkirina bernameyê qada Newrozê têj bû. Bi hezaran kesên ku li qada Newrozê kom bûne, diruşmên “azadî” , “Bijî berxwedana zindana” û “HDP gel e gel li vir e” berz kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê hatiye xemilandin û bi kurdî û tirkî pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hatiye vekirin. Beşdarên Newrozê ji aliyê polîsan ve di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin. Li gel astengiyên polîsan jî kesên bi kincên xwe yên herêmî ketine qadê li ber kilaman govend gerandin. berdevka HDP’ê Ebru Gunay beşdarî pîrozbahiyê bû û got: “Ocalan navnîşana aştî û azadiyê ye.”