spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek deveran 72 dar hatin çandin

4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Kurdistanê û li gelek deveran bi bernameyên cûda hat pîrozkirin. Bi boneya rojbûnê dar hatin çandin û girseya ku xwestin biçin gundê Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê hatin astengkirin.

4’ê Nîsanê ku her sal bi tevlîbûna bihezaran kes dihat pîrozkirin, îsal cardin hat astengkirin. Esker û polîsan berî çend rojan gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetê ku Ocalan lê ji dayikbûye, dorpêç kirin.

Heyeta ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û aktîvîstên Tevgea Jinên Azad (TJA) pêk tê, xwest biçe gundê Amarayê, lê şande li Xelfetê hat astengkirin. Şandeya ku ji 15 wesayîtan pêk tê, 20 kîlometre nêzî Xelfetê hat rawestandin. Ji bo şandeyê hat gotin ku “qedexeya walîtiyê” heye û bi vî awayî destûr nehat dayîn ku şande bikeve Xelfetê.

Piştî nîqaşa demek dirêj, destûr hat dayîn ku parlamenter Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu yên cihê xwe di şandeyê de digirtin bikevin navçeyê.

Şandeya ji parlamenteran pêk hat, di ketina gundê Amarayê de, carek din ji aliyê eskeran ve hat astengkirin. Ayşe Surucu bertek nîşan da û got, mafê wan ê geştê tê astengkirin.

Li tesîseke bêhnvedanê ya girêdayî navçeya Bêrecûkê jî, şandeyeke din a Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Halîliyê Muslûm Arslan di navê de bû hat rawestandin û Arslan hat binçavkirin. Polîsan di heman demê de dest danîn se 10 şaxên zeytûnan.

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan, li gelek gund û navçeyên Amedê dar hatin çandin. Gelek welatî beşdarî bernameyên çandina daran bûn û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Welatî û jinên beşdarî bernameya çandina daran bûn, daxwaza azadiya Ocalan kirin û tecrîda li ser wî şermezar kirin. Welatiyan li her cih û warekê 72 dar çandin.

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi wesîleya roja rojbûna Ocalan 72 dar çandin. Pêşiya dar çandinê parlementerê HDP’ê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş bal kişand  ser girîngiya 4’ê Nîsanê û wiha axivî: “4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke girîng û bi wate ye. 10 mîlyonan kurd birêz Ocalan weke rêberê xwe qebûl kiriye. Ev roj roja vejînê ye.”

Her wiha li başûr û rojavayê Kurdistanê jî bernameyên salvegera rojbûna Ocalan hatin lidarxistin.