24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Gîneyê darbeya leşkerî

Doh li Gîneyê leşkeran darbeya leşkerî pêk anî û dest danîn ser desthilatiya welat. Roja yekşemê hêzên taybet dest danîn ser desthilatdariya Gîneyê û desthilata serokê welat Alpha Conde bi dawî kirin. Piştî girtina serokê Gîneyê Alpha Conde, darbekaran bi rêya televîzyona dewletê dan xuyakirin ku wan dest daniye ser desthilatê û rewşa awarete li hemû welat îlan dikin. Her wiha di daxuyaniyê de dan destnîşankirin ku ew dê li şûna berpirs û rêveberên payebilind ên hikûmetê, leşkeran bi cih bikin.

Ev darbeya leşkerî di serî de Yekitiya Afrîkayê, serokatiya Welatên Ewropayê, DYA û Fransayê ji aliyê gelek welatan ve hate şermezarkirin. Her wiha ji leşkeran hat xwestin ku bê şert û merc di cih de serokê Gîneyê Alpha Conde serbest berdin.