24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê, têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê raporek amade kir. Rêveberên komeleyê li avahiya komeleyê rapor bi raya giştî re parve kirin. Sekreterê ÎHD’ê Adîl Bahtiyar, anî ziman ku endama Komîsyona Girtîgehan Prz. Mehtap Sert rapor amade kiriye û wiha got: “Li gorî raporê li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde ye. Derman nade girtiyên nexweş. Daxwazên wan ên taybet nayên pêşwazîkirin. Şerten wan pir xerab in. Mafê wan ê telefonê bi rêk û pêk nayê kirin. Dema gardiyan diçin odeyên wan muameleyên xerab li wan dikin. Tundiyê li ser girtiyan dikin. Li girtîgehê zarokê 2 salî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ye. Girtî dixwazin cihê wan bêne guhertin, lê ev daxwazên wan li ber çavan nayên girtin.”

Bahtiyar, ji bo girtiyên nexweş bêne dermankirin jî bang li rayedaran kir û ev daxwaz anîn ziman:

“* Girtî B.M: Ji Suriyeyê ye. Di 2013’an de hat Tirkiyeyê. Karkerê çandinriyê ye û li Dortyolê dijî. Lê li gel ku tu sûcê wî tune jî hat girtin û niha girtî ye. Bi îdîaya endamê YPG’ê ye hat girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Bi sandalyaya bi teker diçe û tê. Nêviyê roviyên wî tune ye. 3 caran emeliyat bûye. Nikare bi xwe pêdiviyên xwe bibîne. Nikare xwarin bixwe. Birin nexweşxaneyê, lê derman nade wî.

* Girtî S.G: 81 salî ye. Wî nabin nexweşxaneyê. Dê cara dawî derkeve heyetê. Li cihekî bê şikabe tê girtin. Nikare bêhnê bistîne. Bi ser qawîşa wî de girtin.

* Girtî İ.T: Di gurçikê wî de nexweşî heye. Diranê wi tune. Lê mama bi rêk û pêk nadin wî. Di 17’ê cotmehê de bi ser qawîşa wan de girtin û simîtê wî perçe kirin. Ji ber Hemoroite bikar tîne. Bijîşk derman dinivîse, lê rayedar dermanê wî nadin wî.

* Girtî Ş.Y.: Nexweşê Buergerê ye. Pêçiyê tiliyê wî hatine jêkirin. Nexweşê kezebê ye. Gardiyan bi mirinê gefê li wî dixwin. Li gorî pêdiviyê xwarinê nadin wî. Cil û bergên wî desteser kirine.