spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan êrişî girtiyan kir. Gardiyanan bi ser qawişan de girtin û êrişî girtiyan kirin. Gardiyanan li 16 girtiyan xistin û girtî Mehmet Alî Çevîk rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê. Xizmên girtiyan, diyar kirin ku gardiyanan mil û piyê girtiyan şikandine û di bin çavdêriya midurê girtîgehê de ev yek kirine.

Malbatan der barê êrişê de agahî dan û diyar kirin ku ji ber girtî li dijî gardiyanên xwestine bi pêlavan bikevin mescîdê derketine êriş pêk hatiye. Ji malbatên girtiyan Zeynep Dûrak anî ziman ku hevjîna wê yê girtî Mahsûn Dûrak serpêhatiyên xwe parve kirine û wiha got: “Di 22’ê cotmehê de bûyer pêk hatiye. Ji ber lêdanê laşê hevjînê min reş û şîn bûne. Em bang li raya giştî dikin ku hestiyar tev bigerin. Em ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê dixwazin ku li ugirtîgehan lêkolînan bikin.