23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Tokatê polîsan du girtî revandin

Li girtîgeha Tokatê polîsan bi ser qawîşan de girtin li girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçu dane û wan li gel xwe birine û niha tu agahî ji wan nayê wergirtin.

Firat Darî ku ew bi xwe jî li girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’yê girtî ye roja duşemê bi birayê xwe Ahmet Darî re bi telefonê axiviye û diyar kiriye ku polîs û gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtine, kelûpelên girtiyan tevdane û li girtiyan dane.

Her wiha Darî diyar kir ku polîs piştî lêgerînê dîsa hatine qawîşê û Hasan Ortaç û Mustafa Okçû dane û ew bi xwe re birine. Darî ragihand ku tu agahî ji hevalên wan nayê girtin û ew nizanin ku her du hevalên wan bi ku de birine û ew ji rewşa hevalên xwe bi fikar in.

Darî destnîşan kir ku di van demên dawî de zext û çewisandinên bi vî awayî pir zêde bûne û heta civak deng dernexe û zorê nede girtîgehan ev rêbazên girtîgehan dê bi dawî nebin. Darî li ser vê yekê ji gel xwest ku bila çavê xwe ji rewşê re negirin. Ajansa Mezopotamyayê xwe gihand îdareya girtîgehê da ku der barê rewşa girtiyan de agahiyan werbigire lê belê îdareyê tu agahî neda wan û îdia kirin ku tiştekî wisa li girtîgehê çênebûye.