19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Xarpêtê, gardiyanan êrîşî girtiyê nexweş kir

Li gelek girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zextên gardiyanan zêde dibin. Di serdegirtinan de li girtiyan didin û lêgerîna tazî li xizmên girtiyan ferz dikin. Herî dawî, hat ragihandin ku li girtîgeha Xarpêtê gardiyanan erîşî girtiyê nexweş Mahmût Çakmak kiriye.

Lêgerînên tazî tên ferzkirin 

Rêxistina Maf û Hiqûqê duh rapora der barê girtîgeha Şirnexê de amade kiribû parve kir. Rapor ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Şirnexê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, Nûnertiya Şirnexê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Navenda Referansa Cizîrê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hat amadekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li ser xizmên girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin. Li heman girtîgehê pirsgirêka avê heye û pirsgirêk hê jî nehatiye çareserkirin. Her wiha girtiyan li dijî lêgerîna tazî serî li serdozgeriya komarê daye. Di roporê de hat destnîşankirin ku di serdegirtina qawîşan de mafên girtiyan tên binpêkirin.

Amadekarên raporê der barê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê bang kirin ku divê zext û zordarî bê bidawîkirin û ew ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.

Gardiyanan êrîş kir

Agahiyek din a neheqî û binpêkirina mafên girtiyan ji Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 2’yan hat. Hat ragihandin ku li girtîgehê gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û li sê girtiyan dane. Girtiyên ku bi malbatên xwe re bi rêya telefonê axivîn, malbatên xwe agahdar kirin û diyar kirin ku gardiyanan êrîşê girtiyê nexweş Mahmût Çakmak kiriye û laşê wî reş û şîn kirine. Her girtiyan diyar kiriye ku gardiyan pandemiyê ji xwe re dikin hincet û serdegirtinan ji xwe re dikin karekî rûtîn.

Li ser vê yekê malbatan ragihand ku ew ê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin û li dijî kiryarên bi vî rengî derkevin.