24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehan xetereya vîrusê didome!

Ji destpêka pêvajoya vîrusa koronayê (Covid-19) heta îro rojev diguherî û mijarên curbicur dihatin parvekirin. Dane guherîn, tedbîrên hişk hatin girtin û piştre jî li tevahiya cîhanê pêla ‘asayîbûnê’ hat destpêkirin. Lê belê ji serî heta dawiyê li Tirkiyeyê di rewşa girtiyên siyasî de sererastkirinek nehat kirin û gavek nehat avêtin. Girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin.

Li tevahiya cîhanê hin tedbîr hatin sistkirin û hin ji wan jî hatin rakirin; bi vî awayî pêvajoya asayîbûnê dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoyê re hejmara pêketiyan jî zêde bû. Li gorî daneyan hejmara nexweşan nêzî 8 milyon e û nêzî 500 hezar kesan jî canê xwe ji dest daye.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs, hefteya borî li Cenevreyê, bi vîdeokonferansê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de Ghebreyesûs, bi bîr xist, li dijî vîrusa koronayê gelek welatan bergiriyên xwe sist kirine û da zanîn şewba koronayê ber bi rewşeke nebaş ve diçe. Ghebreyesûs, diyar kir, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêdetir dibe û ev tişt got: “Ji 6 mehan zêdetir e, bandora vîrusê didome. Hê jî dem nehatibû ji bo welat dev ji bergiriyên vîrisa koronayê berdin. Em bang li her welatî dikin ji bo kontrolkirina vîrusê zêdetir hewl bidin.”

Rewşa Zeyneb Celaliyan

Bi taybetî di vê pêvoyê de rojeva sereke ya kurdistaniyan rewşa girtiyan bû. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), ragihand ku girtiya jin Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Qerçekê bi vîrusa koronayê ketiye û tevî şewb li pişika wê belav bûye jî, rayedar wê nabin nexweşxaneyê. Li gorî malpera KMKK’ê Zeyneb Celaliyan di 9’ê hezîranê de bi rêya telefonê ji girtîgeha Qerçekî Weramîn bi dayika xwe Xezal û bavê xwe Elî Celaliyan re axiviye. Zeyneb Celaliyan ji malbatê re wiha gotiye: “Ez weke rehîneyekê di destê desthilata Îranê de me. Li girtîgehê li derveyî mirovî nêzîkî min dibin. Di warê derûnî de bi îşkenceyê re rûbirû dimînim. Rê nayê dayîn ku ez ji xizmetên tenduristiyê sûdê werbigirim.”

Pevajoya ‘asayîbûnê’ û girtîgeh!

Her çend li Tirkiyeyê pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin jî, li girtîgehan ji ewil heta îro rewş her di xeterêyê de bû. Sema Mazlûm li ser navê hemû girtiyên li Tirkiyeyê nameyek şand û bal kişand ser rewşa girtîgehan. Mazlûm di nameya xwe de diyar kir ku dê li dijî helwesta hikûmetê ya li hemberî girtîgehan dest bi çalakiyên hişyariyê bikin.

Tecrîda li girtîgehan…

Mazlûm di nameya xwe de tespîtên têkildarî şewba global kir û diyar kir ku pergal ji bo dirêjkirina temenê xwe şewbê weke amûrekê bi kar tîne û nameya Mazlûm wiha dom dike: “Di nav atmosfera tirsê de ya hatiye afirandin, gel li malên xwe hatiye asêkirin, muxalefeta civakî hatiye bêdengkirin; rejîmên zordar bêtir otorîter bûne, civak jî hîn bêtir kirina hewcedarê dewletê û girtîgeheke civakî hatiye avakirin. Tedbîrên li dijî vîrusê hatine wergirtin, weke hincetekê tên nîşandan û dixwazin azadiyê ji holê rakin. Ev tedbîrên zext û zordar li dijî girtiyên li zindanan jî tên bikaranîn. Bi hinceta vîrusa koronayê derfetên me yên ragihandinê hatine bisînorkirin û zext û tecrîd zêde bûne.

Girtî nayên tedawîkirin

Ji wê jî girîngtir, derfetên tedawiyê yên hevalên me yên nexweş ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî hevalên me Sabrî Kaya û Vefa Kartal di vê pêvajoyê de li pey hev canê xwe ji dest da. Gelek hevalên me yên nexweş hene ku rewşa wan giran e. Vîrusa koronayê û tedbîrên ji ber vê yekê hatine girtin, jiyana hevalên me xistiye rewşeke metirsîdar. Di demeke wiha de desthilatdariya AKP-MHP’ê pakêteke înfazê li meclisê amade kir. Bi vê pakêtê re desthilatdariyê hin girtiyên xwe berdan. Yên hatin berdan lîderên çeteyan, tecawizkar bûn. Bi paketa înfazê re qanûna xwe ya qirkirinê mezin kirin.

Girtî bi fikar in

Bi vê pakêtê re tecrîd, pêkanînên kêfî û zordar ên li zindanan zêde bûn. Girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiyên kurd di nav lepên mirinê de hatin hiştin. Ev pakêt niha ji aliyê dadgeha destûra bingehîn ve tê lêkolînkirin û ji bo pakêt li gorî pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn bi cih bibe, divê zext li vê dadgehê bê kirin. Ji ber ku rejîmên otorîter bi bahaneya vîrusa koronayê kiryarên xwe yên zordar li girtîgehan û li derve mayinde kirine, em bi fikar in.

Em ê daxwaznameyê bişînin

Girtiyên şoreşger di her şert û mercî de dizanin li ber xwe bidin. Em ê tu carî hêviyê ji desthilatdaran nekin. Lê belê bi rêbazên şerê taybet pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn nehate bicihanîn û çete hatin berdan, yên mayî jî mehkûmî mirinê hatin kirin; em vê qebûl nakin. Eger ji ber vîrusa koronayê tiştek bi serê hevalek me bê, divê bê zanîn ku em ê tu carî bêdeng nemînin. Dê destpêkê bi rêk û pêk ji Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê, ÎHD, Serokatiya Meclisê, Wezareta Edaletê û Serokkomariyê re nameyan bişînin.”