19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehê berhevkirina rojnameyê jî sûc e!

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Îsmaîl Çoban ji ber ku li girtîgehê hinek beşên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê berhev kiriye 2 sal ceza lê hat birîn.  Dozger ji bo hîn nivîsên kurdî yên di van beşan de digirin got; ‘nivîsên bi zimanekî nayê zanîn’.

Îsmaîl Çoban di nîsana 2018’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û hîn jî di Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 3’yan a Tîpa T’yê de ye. Çoban di girtîgehê de hinek beşên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê berhev kiribû û di 24’ê tîrmeha 2019’an de di encama serdagirtina qawîşê de gardiyanan dest danîn ser hejmarên kevn yên rojnameyê û ev yek sûc hat hesibandin.

 Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ji ber van beşên rojnameyê di 1’ê sibata 2021’ê de der barê Çoban de îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Asliye ya 8’an a Tarsûsê jî îdianame qebûl kiribû. Danişîna biryarê ya dozê di 31’ê adarê de pêk hatibû. Di danişîna duyemîn a biryarê de dadgehê bi îdiaya “amûrên qedexe” 2 sal ceza li Çoban birî. 

 Her wiha dadgehê di biryara xwe de ji bo nivîsên kurdî yên di nav beşên rojnameyê  de îfadeya “nivîsên bi zimanekî nayê zanîn” bi kar aniye.

Parêzerê Çoban Mehmet Altûntaş anî ziman ku rojnameya ku beşên wê hatine berhevkirin di çarçoveyeke qanûnî de ketiye girtîgehê û ji bo 2 sal cezayê li muwekîlê wî hatiye birîn jî wiha got: “Biryareke eletewş û dûrî aqilan e. Îsmaîl Çoban Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat bû. Tu hêleke hiqûqî ya vê biryara der barê rojnamegerekî de tune ye. Biryareke sosret e. Biryareke dûrî aqilan e, ji xeynî vê tu ravekirineke vê biryarê tune ye.”