25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li golên cîhanê rêjeya oksîjenê her diçe kêm dibe

Bi guherîna avhewayê re li piraniya golên cîhanê her ku diçe rêjeya oksîjenê kêm dibe. Herî pir herêmên Ewropa û DYE’yê ji vê rewşe bandor dibin.

Li gorî nûçeya kovara Natureyê bi guherîna avhewayê re ekosîstema golan jî diguhere.

Di di sala 2016’an de Enstîtûya Lêkolîna Zanistî ya Netewî ya Quebecê û Çandiniya Netewî, Enstîtûya Lêkolîna Zad bi hev re lêkolînek kiribûn û bala xwe dabûn ser torta golên Ewropayê û cîhanê. Li gorî lêkolînê tîrbûna oksîjenê kêm derketibû.

Weke sedema vê jî li ser faktora mirov hatibû sekinandin, lê li gorî lêkolînên nû tê destnîşankirin ku xirabûna kalîteya ava golan dibe sedema kêmbûna oksîjenê.

Guherîna avhewayê û germbûna hewayê weke kêmbûna kalîteya ava golan sedem tê nîşandan.

Golên ku sêyeka bejahiya cîhanê temsîl dikin ji aliyê ekosîtemê û herka avê ve bi giringiyeke mezin in.

Ji ber ku biçûk û firk in bi zeraqiya xwe ya fizîkî û qeyîmbûna xwe ya biyolojîk gol li ber guherîna avhewayê û gemariyê nazik in.

Her wiha li gorî lêkolîneke Kovara Natureyê ekîbeke navneteweyî ya ji Tora Çavdêr a Ekolojîk a Golan a Cîhanî piranî jê ji Amerîkaya Bakur û Ewropayê ji 400 golên li herêmên hêwî bala xwe dane ser mînaka 45.000 avî û lêkolîneke hê berfirehtir kir.

Di xebatê de bala xwe dane ser qeydên 1941’ê û 2019’an analîza oksîjena rûzemînê û avên kûr û profîla germbûna avê.

Li gorî lêkolînê gol ji salên 1980’yî û vir ve oksîjena wan kêm dibe. Ji salên 1980’yî û vir ve bi guherîna avhewayê ya ji ber emisyonên gaza serayê re germiya ava rûyê golê di deh salan de bi qasî 0,38°C zêde bûye, konsantrasyona oksîjenê jî di deh salan de bi qasî 0,11 mg / l kêm bûye.