Şemî, Çile 29, 2022

Li gor dadgehê kuştina Kûrkût bêqisûr e!

Di Newroza 2017’an a Amedê de polîsan xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuştibûn. Doza tazmînatê ya ku malbata wî bi hinceta “qisûra xizmetê” li Wezareta Karên Navxweyî kiribû, hat xerakirin. Daîreya Doza Îdarî ya 3’yan a Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê, biryara tazmînata bi miqdara 226 hezar TL’yî xera kir.

Dadgeha Îstinafê, biryara tazmînatê ya Dadgeha Îdare ya 3’yan a Amedê bi hinceta dijî hiqûqê ye xera kir. Îstinafê îdia kir ku Kemal Kûrkût “çalakgerekî êrişkar” bûye û di kuştina wî de polîs ji “bêgavî” çek şixulandine û bi vî awayî biryara dayina tazmînatê xera kir.

Parêzerê malbata Kûrkût Serdar Çelebî biryara îstinafê nirxand. Çelebî, daxuyaniya Walîtiya Amedê ya piştî bûyerê bibîr xist ku ji bo Kemal Kûrkût gotibû “xwekuj” e. Çelebî, destnîşan kir ku ji roja ewil ve hewldanên ji bo nixumandina ser bûyerê hene û ji bo biryara Dadgeha Îstinafê jî got: “Wekî bibêje ‘Kemal Kûrkût ev tişt heq kiriye’ û dozê ji binî de red kir.”

Çelebî destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya vê biryarê tune ye û got: “Li wir ji bo bikaranîna çekê tespîtek jî tune ye. Lê Dadgeha Îstinafê rabû tişta hat serê Kemal Kûrkût, wekî li gor hiqûqê be nirxand û biryarek bi vî rengî da. Ev biryar nayê qebûlkirin.”

Çelebî, anî ziman ku ev bûyer li ber gelek kamerayan çêbûye, lê belê hê jî kiryar nehatiye dîtin. Çelebî, destnîşan kir ku nedîtina kiryar qisûreke îdareyê ye û ne delîl hatine berhevkirin û ne jî lêpirsînek çalak hatiye kirin. Çelebî got: “Lê Dadgeha Îdare ya Herêmê hê jî dibêje tu qisûra îdareyê tune ye. Jiyana xwendekarekî zanîngehê, di berpirsiyariya îdareyê de ye. Jixwe nepêkanîna vê berprisiyariyê bi xwe qisûr e. A rast em behsa qisûrê nakin, em behsa qesdbûnê dikin. Polîsê dewletê bi awayekîq esdî miroevek kuşt. Têkildarî vê raporeke ji aliyê heyetên sebrixwe ve hatiye amadekirin heye û daxilî nav dosyeyê bûye. Di vê raporê de tê gotin, hedef hatiye girtin û çek bi qesda kuştinê hatiye şixulandin. Çendî paşê mudaxileyî raporê hatibe kirin jî, lê berê hatibû etspîtkirin ku bê kî çek şixulandiye û çawa nîşan girtiye. Yanî rewşeke ji qisûrê wêdetir heye.”

Çelebî bertek nîşanî îstinafê da ku Kûrkût wekî “êrişkar” nîşan daye û got: “Kemal Kûrkût, kêr ji bo êrişî polîsan bike bi kar neaniye. Ji bo polîs bi ser wî de neyên berê kêrê daye xwe û gef xwariye ku dê zirarekê bide xwe. Ne wekî dadgeha îstinafê ye, yanî pê êrişî polîsan nekiriye. Belê, di îfadeyekê, du îfadeyan de heye, kê gotiye: Kiryar gotiye. Kiryar sirf ji bo xw ebi xelasiyê bixe û şixulandina çekê rewa bike, gotiue Kûrkût êrişî wî kiriye. Ji xeynî vê polîsên din di îfadeyên xwe de gotin, Kûrkût berê kêrê daye xwe. Lê Dadgeha Îstinafê nexwestiye vê bibîne.”