24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gor lêkolînan korona bandoreke neyînî li ser hiş dike

Zanyarên îngiliz ên ji Zanîngeha Imperial College London û Zanîngeha Cambridge li ser kesên ku şewba koronayê derbas kirine lêkolînek kirin. Lêkolîneran li ser 81 hezar û 337 kesên ku di navbera mehên çile û kanûna 2020’î de 12 hezar û 689 varyandên koronayê derbaskirine sekinin. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku şewba koronayê li ser hiş bandoreke neyînî dike.

Encamên lêkolînê di kovara zanistê ya The Lancet de hat weşandin. Hat diyarkirin ku kesên korona derbas kirine ji aliyê hiş ve wek berê nînin. Bi teybetî jî kesên ku di nexweşxaneyan de bi vantîlatoran hatine tedavîkirin 7 pûan IQ paş ve çûne.

Li gor heman lêkolînê kesên bi hêsanî nexweşî derbas kirine li gor kesên ku qet nexweşî derbas nekirine di lîstikên hişî de zêdetir zehmetiyan dikşînin. Kesên korona derbas kirine herî zêde ji aliyê plansazî û çareseriya pirsgirêkan ve zehmetiyan dikşînin. Tenê di 275 kesan de guhertineke di navbera pêşî û paşiya rewşa wan ya koronayê de çênebûye.

Navenda Nûçeyan 