spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li goristanê nêzî 100 tûpên xwînê hatin dîtin

Di beşa goristana bêkesan a li Goristina Yenîkoyê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê de, tûpên mînaka xwînê yên dibin axê de hatibûn veşartin, derketin holê. Têkildarî bûyerê Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li goristanê lêkolîn kirin.

Hat dîtin ku li ser tûpan Serdozgeriya Komarê ya Êlih, Amed, Farqîn, Mîdyad û Mardîn hatine nivîsîn û bi dehan tûp jî, bêşikil bûne.  Hin navên li ser tûpan hatin dîtin wiha ne: Alî Demîr, Ridvan Aksû, Arafat Unal, Gurbet Ergun, Osman A. Gelu (cem) Sozan, Yûsûf Îpeksat, Mehmet Zahît O., Seyîtxan Aydin, Kadîr Demîryurek, Serdar Cengîz, Bîlmez Koç, Çekdar A. Zulfu Eroglû û paşnavên Ayran û Aladag ên navên wan neyî. 

Yek ji parêzera OHD’ê ku li goristanê lêkolîn kir Gulan Çagin Kalelî, da zanîn ku nêzî sed tûpan dîtin û wiha got: “Hin tûp di bin axê de bûn, hin şikesti bûn. Di nava hinekan de aveke zer, di nava hinekan de jî xwîna bi pixtî hene. Nav, mînak, nimreyên ATK’ê yên aîdî salên 2015 û 2016’an in. Me lêkolînin ewil kirin. Emê têkildarî mijarê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bidin.”  

Polîsên ku piştî agahdarkirinê hatin goristanê, mînak komkirin û gotin ku wê lêkolînê bidin destpêkirin.

AMED