25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gundê Tilhesenê komkirina tirî

Gundiyên Tilhesen ê navçeya Kerçewsê ya Êlihê, ji bo amadekariya qûtê zivistanê bikin dest bi komkirina tirî kirin. Gundiyên Tilhesenê ji serê sibê heta êvarî ji nava rez tirî diçinin (kom dikin) û bi remorkên traktoran dibin qada mestereyê û dims, benî û bastêqê çêdikin.

Gundiyên Tilhesenê yê herêma Torê ya navçeya Kercewsê ya ÊLihê dest bi cinîna tiriyê mezrone kirin. Muxtarê gund Abdurrahman Aslan ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, dest bi çinîna tiriyê mezrone kir. Aslan anî ziman ku îro dest bi çinîna tiriyê mezrone kirine û wiha got: “Tiriyê mezrone li herêma Torê pir bi nav û deng e. Heta li cîhanê jî navdar e. Em jê re dibêjin Qût. Ji vî tirî dims, benî û basteq çêdibe. Em ê bi qasî 2-3 tonan kom bikin û bi remorqê bibin cihê murbexê (qada hesîrê). Li wir bi ecigînin şîre û ava wî jê bigvêşin. Piştre emê şîreya wî bi qasî 5-6 saetan bikelînin û bikin dims. Em 5 kes hatine nava rez û tirî kom dikin.