20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hember hemû astengiyan Şandeya Aştiyê daxûyanî da

Şandeya Aştiyê ya Navnetewî tevî hemû astengiyên asayîşa Hewlêrê jî kampanyaya xwe ya navneteweyî ya li dijî dagirkirina axa Başûr ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê wê şande serdana herêmên ku Tirkiyeyê dagirkirine û wêran kirine, gundên hatine valakirin û gundiyên ku ji ber êrîşan zirer dîtine, bikin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku endamên kampanyayê ji 150 kesan pêk dihatin, lê ji ber astengiyên dewletên Ewropî ancax 70 kesan karîne derbasî herêma Kurdistanê bibin. Endamên şandeyê diyar kirin kampanyaya wan vekiriye, herkesekî/ê dijî dagirkeriyê dikare beşdarî kampanyayê bibe û mezin bikin.

Her wiha Endaman destnîşan kirin ku ew dixwazin bi çavdêrî û raporên ku amade dikin, dagirkeriya Tirkiyeyê ragihînin qada navneteweyî û sûcên Tirkiyê bixin rojeva cîhanê.

Di daxuyaniyê de endamên kampanyayê yên enternasyonalîst jî bi zimanên xwe, peyama xwe ragihandin. Daxuyaniya heya niha jî berdewam dike û rastî eleqeyeke mezin a ragihandinê tê.