19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li hember metirsiya Tirkiyeyê helwesta kurdan kêm e’

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtinên xwe  didomîne. Şandeyê herî dawiyê li navçeya Xaneqînê bi çalakvan, siyasetmedar û rewşenbîran re têkildarî metirsiya êrîşên Tirkiyeyê û dagirkirina axa Kurdistanê de civiya.

Di civînê de Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûradî axivî û diyar kir ku hem herêm û hem jî tevahiya Kurdistanê di rewşek dijwar de derbas dibe û wiha  got: “Planek berfireh ya herêmî li ser gelê kurd û destkeftiyên wê heye. Bi taybet dewleta Tirk zêdetirî 40 rojane ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê dest bi êrişek berfireh kiriye. Armanc ji Behdînan heta Kerkûk û Xaneqînê dagirkirina xaka Kurdistanê ye.”

Mûradî da zanîn ku helwesta aliyên kurdî li hemberî vê metirsiyê kêm dimîne û wiha domand: “Me nekariye em li dijî êriş û metirsiya dagirkeriyê yekitiya xwe avakin. Ji bona wê em hatine başûrê Kurdistanê li gel hizb û gelê Başûr behsa metirsî û armanca dewleta Tirk bikin ku armanca wê ne tenê PKK ye, belkî tinekirina hemû kurdan  e.”

Piştî axaftina Mûradî rewşenbîran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şerê navxweyî ziyanek mezin gihandiye kurdan û hemû hizb ji wê yekê berpirsin ku nekarîne yekhelwestiyek ya gel li dijî dagirkirina Kurdistanê avakin.

Her wiha di civînê de biryar hat girtin sibe di saet 17:00’an de li Çerxerêya Kirindî ya Xaneqînê xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê were li darxistin.