23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hemberî kurdan îşkenceya sîstematîk

Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî û Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriyeyê, rapora têkildarî Sûriyeyê ya xwe dispêre xebatên li qadê yên di navbara 21’ê çile û hezîranê de hatibû amadekirin, aşkera kir. Rapora ku li Rûniştina Mafên Mirovan a li Ofîsa NY’yê ya Cenevreyê ya 45’emîn hatibû nîqaşkirin, piştre ji bo raya giştî hat ragihandin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku hemû aktorên biçek ên li Sûriyeyê bi domdarî sivîlan dikin hedef û dibêje: “Tevî agirbestê jî, sûriyeyî tên kuştin, mafên wan ên  bingehîn tên binpêkirin.” Rapora ku ji 25 rûpelan pêk tê bal dikişîne ser hemû binpêkirinên mafan ên aktorên li herêmê û tê gotin ku êrîşên zayendî yên li ser jin û zarokên keç, tundiya li sivîlan, bi zorê dest danîna ser milkên taybet, her roj zêdetir dibin. Di raporê de binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên terorîst ên cîhadî yên li Idlibê û her wiha sûcên şer ên dewleta tirk ên li Efrîn û Serêkaniyê jî hene.

Dixwazin kurdan koçber bikin

Di raporê de wiha tê diyarkirin: “Hêzên Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) di serî de bi zextê, îşkence û zorê dixwazin di serî de kurdan, welatiyên herêmê ji herêmê derbixin. Malên taybet ên gelek kesan hatin dizîn û talankirin. Malên ku bi zorê tên desteserkirin û valakirin, malbatên SMO’yan dikevinê. Bi sîstematîk li welatiyên kurd îşkence tê kirin.

Binpêkirinên li Efrînê

Hêzên SMO’yê li herêma Efrînê kurdan ji cihê wan dikin, bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan. SMO’yî li Efrînê mal bi mal digerin û ji walatiyên kurd belgeyên xwedîbûna mulkiyetê dixwazin, yên ev belge nîne, bi zorê ji malên wan derdixin û koçber dikin.  Mîna Efrînê, Serêkaniyê jî kurd ji neçariyê malên xwe diterikînin, hêzên SMO’yê dest datînin ser mal û milkên wan jî. Her wiha kelûpelên nav malan li cihên cuda tên firotin. Welatiyên Efrîn û Serêkaniyê dema ku serî li rayedarên payebilind ên SMO’yê didin jî îşkence li wan tê kirin. Her wiha welatî tên revandin û piştre jî li pêşberî pereyan tên berdan. Kesên li Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê hêzên SMO’yê ve tên girtin hinceta ku berê têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re heye, rayedarên tirk ev kes dike lêpirsînê.

Binpêkirinên li Serêkaniyê

Du jinên ku mijdara 2019’an hatibûn destgîrkirin ji aliyê hêzên SMO’yê ve li Serêkaniyê dema ji aliyê rayedarên Tirk ve dihatin lêpirsînkirin hêzên SMO’yê bi destavêtina wan ew tehdît kiriye. Jinên êzidî yên li Serêkaniyê û Efrînê ji aliyê SMO’yê ve hatin destgîrkirin di bin kontrola rayedarên tirk de neçar kirine ku bibin misilman. Di mijdara 2019’an de û tîrmeha 2020’î de li Serêkanî û Efrînê 49 jinên êzidî ji aliyê hêzên SMO’yê ve hatine girtin.

Li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û hêzên girêdayî wê de ne mîrasa çandî tê tunekirin. Hêzên SMO’yê li Efrînê gelek mîrasên çandî û olî tune kirin. Li herêma Efrînê; Qastel Jîndo, Qibaar, Cindayrîs, Sharran û gelek goristan û meqrebên êzidiyan hatin dizîn û talankirin.”