19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêma Metînayê lêkolîn bi dawî bû

Hêzên leşkerî yên girêdayî PDK’ê 5’ê hezîranê ketin nav liv û tevgerê û xwestin bikevin hin herêmên Metînayê ku 21 sal in hêzên PDK’ê gav neavêtine wan deran. Di encama vê liv û tevgerê de wesayîtek zirxî hat  rûxandin û 5 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê PDK’ê hêzên HPG’ê berpirsyar nîşan da û sûcdar kir. HPG’ê jî bi daxuyaniyekî  ev îdaya PDK’ê red kir û bang kir ku bûyer ji aliyê heyetek serbixwe bê lêkolînkirin.

Piştî banga HPG’ê heyetek ji parlamenterên hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê çûn Metînayê û lêkolîn kirin. Heyet ji Serokê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, 7 parlamenterên Iraqê û 12 parlamenterên rêveberiya başûrê Kurdistanê pêk hat.

Heyetê piştî lêkolîna li herêmê hevdîtinan pêk anî û daxuyaniyek parve kir. Li ser navê heyetê parlamenterê başûrê Kurdistanê û Serokê Komîsyona Karên Pêşmergeyan Reving Hirorî daxuyanî da û diyar kir ku piştî hevdîtina bi Waliyê Duhokê, rûspiyên li navçeya Zaxo, herêmên Derkar û Batîfayê û şêniyên herêmê, wan serdana gundên Kestê, Hitor û Çelka yên Amediyê kirine. Reving Hirorî diyar kir ku li van deveran jî wan nêrîna gel wergirtine û piştre bi Midûrê Bajarokê Kanîmasî Serbest Sabrî û keyayên bajarok re axivîne.

Erdnîgariya Kurdistanê xisarek mezin dîtiye

Revîng Hirorî da zanîn ku piştî êrişên artêşa tirk gelek gundên li herêmê hatine valakirin û got: “Mirov neçar man ku malên xwe biterikînin û birevin. Bax, baxçe, darên fêkî şewitîn, zerar dîtin. Bi rastî jî ji ber şer xisareke mezin li erdnîgariya Kurdistanê bûye. Bûyerên diqewimin bandorê li psîkolojiya mirovên kurd ên li herêmê dike.”

Hirorî têkildarî hewldanên dewleta Tirkiyeyê yên ji bo avakirina baregehên leşkerî yên li başûrê Kurdistanê jî axivî û wiha pêde çû:  “Ji bilî hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê em hebûna hêzeke cuda ya leşkerî li vê herêmê rast nabînin. Mîna her hevalên xwe yên di nava vê heyetê de ne, em dixwazin ku xelkê herêmê di nava aştî û aramiyê de be. Mirovên me dixwazin li gundê xwe, li malên xwe bi rengekî aram bijîn. Bawer im ku hemû aliyên li Kurdistanê jî di vê mijarê de hemfikir in. Her kes şer weke sûc dibîne û şermezar dike.”

Revîng Hirorî diyar kir ku  dê rapora heyetê ya li ser lêkolîn û hevdîtinên li herêmê pêşkêşî rêveberiya herêmî ya başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê bikin.