20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêmên dagirkirî perwerdeya tirkkirinê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku hin herêm hatin dagirkirin, demografiya van herêman jî hat guhertin. Bi hezaran komên girêdayî Tirkiyeyê li van herêman hatin bicihkirin. Di van salên borî de ev yek bi dehan raporan jî hat tespîtkirin ku Tirkiye li herêmên Sûriyeyê siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Herî dawî di 6’ê sibatê de serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan biryar dabû ku li bajarokê Rayî yê girêdayî parêzgeha Helebê ya bakurê Suriyeyê fakulteyeke bijîşkiyê û peymangeheke zanistên tenduristiyê dê bên vekirin.

Li ser van gotinên Erdogan, endamê desteya hevserokatiyê yê PYD’ê Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha gotibû: “Biryara Erdogan a ji bo vekirina fakulteyên li Rayiyê yên girêdayî zanîngeha Stenbolê dayî, piştrast dike ku ew van herêman wekî herêmên Tirkiyeyê dibîne û li wir qanûnên Tirkiyeyê dimeşîne. Li van herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê materyalên Tirkiyeyê li dibistanan dide. Ev yek jî piştrast dike ku li kêleka aliyê siyasî û leşkerî, qirkirina çandî û ferzkirina çanda Tirkiyeyê jî dewam dike. Pêwîst e mêjî, fikir û wijdana hemû welatiyên Sûriyeyê yên bi welatê xwe ve girêdayî, hişyar be.”

Perwerde û fakulteyên tirkkirinê

Siyasetmedar Semîr Ezam têkildarî ferzkirina polîtîkaya tirkkirinê û biryara vekirina fakulteyan axivî û wiha got: “Vekirina peymangeh û fakulteyên perwerdeyê yên li herêmên dagirkirî, di çarçoveya plana tirkkirinê de ye ku dewleta tirk bi awayekî berfireh dimeşîne. Ji hildana ala Tirkiyeyê ya li ser avahiyên fermî, dibistan û nexweşxaneyan bigire heta vekirina dergehên bejahî yên di navbera bajarên dagirkirî û axa Tirkiyeyê de jî li gor plana tirkkirinê tevdigere.”

Armanc pêşeroj e

Semîr Ezam her wiha da zanîn ku Tirkiye şêniyên xwecihî ji bajar û bajarokên wan dide koçberkirin û li şûna wan kesên biyanî bi cih dike û pereyên Tirkiyeyê ferz dike. Semîr Ezam der barê vê yekê de jî wiha got: “Tirkiye bi armanca pêşeroja xwe ya ku ji bo van herêmên tev li axa xwe bike, tevdigere. Ev ne pêşbînî ye, ji serokkomarê Tirkiyeyê heta wezîrê parastinê û wezîrê karên hundir ên Tirkiyeyê gelek caran ragihandin ku Heleb, Idlib, Efrîn û bajarên din ên Rojava her wiha bajarên Tilefer, Mûsil û Kerkûk li gorî Mîsak-î Milî herêmên Tirkiyeyê ne. Yanî zemîna ku van herêmên tev li axa Tirkiyeyê bikin, tê ava kirin.”

‘Divê gel dengê xwe bilind bike’

Siyasetmedarê ji Sûriyeyê Semîr Ezam da zanîn ku divê welatiyên Sûriyeyê têbigihîjin wê yekê ku Tirkiye dijminê hemû etnîk û gelên li Sûriyeyê ne û wiha lê zêde kir: “Divê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, li hemû herêman dengê xwe bilind bike û bi çekan û lênûsan li hemberî hişmendiya dagirkeriyê li ber xwe bide, da ku karesata tevlêkirina herêma Arkiya ji Kilikyayê re (1992) û Lîwa Iskenderun (1939) dubare nebe.”

Binpêkirina peymanan

Ezam di axaftina xwe de destnîşan kir ku bêyî erêkirina her du aliyên garantorên Astanayê (Rûsya û Îran) û lihevkirina wan a aşkera û veşarî Tirkiyeyê nikarîbû artêşa xwe derbasî Cerablus, Bab û Idlibê bike, herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike û li wan herêman sûcên şer ên sûcên qirkirina etnîkî pêk bîne.

Ezam da zanîn ku şerê ku Tirkiye û komên girêdayî wê pêk tînin binpêkirina Peymana Cenevre 4’an û ya Peymana Romayê ye, lê li gel bêdengiya civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî vî şerî dikin.

Banga piştgiriyê

Siyasetmedar Semîr Ezam di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tenê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Efrîn, Serekaniyê û Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, komên girêdayî wê û DAIŞ’ê li ber xwe dane û bang li azadîxwaz û welatparêzên Sûriyeyê kir ku herî kêm di aliyê siyasî û ragihandinê de piştgiriyê bidin HSD’ê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê