23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hewlêrê bazariya cenazeyê: Ji bo cenaze werbigirin bûka xwe radest kirin

Endamekî PKK’ê yê berê Atîlla K. li bajarê Hewlêrê di înşatê de dixebitî, di 28’ê nîsanê de bi awayekî gumanbar ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. MÎT a tirk ji bo cenazeyê radestî malbatê bike, hevjîna Atîlla K. ku ew jî endamek PKK’ê ya berê ye qanih kir. Piştî qanihkirinê hevjîna wî cenaze da malbatê.

Atîlla K. di sala 2014’an de tev li PKK’ê bû û piştî 3 salan ji PKK’ê veqetiya û radestî hêzên pêşmergeyan bû. Piştî ku Atîlla K. serbest dimîne, bi endamek berê ya PKK’ê D.D. re dizewice. Ev her du li Hewlêrê dijiyan.

Malbata Atîlla K. ku dixwaze cenaze ji sînor bistîne û bibin gund defin bikin ji hêla MÎT’ê ve tên astengkirin û ji malbatê re dibêjin”Ji bo ku em cenaze bidin we divê hûn bûka xwe radestî me bikin.” Malbata ku 10 rojan li benda cenaze dimîne herî dawî neçar dimîne ku bûka xwe ya bi navê D.D. ya ducanî ye qanih dike û radestî MÎT’ê dike.

Malbata Atîlla K. tiştê ku hatine serê wan wiha vegot: “Nêzî salekî bûn zewicî bûn. Bûka me ducanî ye. Ji bo ku em cenazeyê bistînin, em çûn Hewlerê. Kesek ji me re nebû alîkar. Me ji rayedarên PDK’ê cenaze xwest. Lê rayedarên PDK’ê ji me re gotin ‘Ji bo ku hûn cenazeyî bistînin pêwîst e hûn hevjîna Atîlla radestî rayedarên tirk bikin’. Em jî neçar man û me bûka xwe radestî Tirkiyeyê kir. Bi vî awayî wan cenazeyê me di 3’yê gulanê de radestî me kirin. Piştî ku me cenaze anî Şirnexê jî wesayîta cenaze jî nedan me û me bi derfetên xwe bir li gund veşart.”

Hat zanîn ku D.D. a ku 10 roj berê li Hewlêrê radestî îstîhbaratê hat kirin 5 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tê ragirtin. Malbatê jî piştrast kir ku keça wan D.D. di binçavan de ye. ŞIRNEX