spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hewlêrê gel ji ber nebûna avê daket kolanan

Şêniyên taxa Badawê ya bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê ji ber nebûna ava vexwarinê îro sibehê daketin kolanan û cadeya 100 metreyî ya bajarê Hewlêrê ji trafîkê re girtin. Asayîşa PDK’ê mudaxaleyê girseyê kir û hewl didin bi zorê û bi hinceta ku destê partiyan di vê xwepêşandanê de heye girseyê belav bike.

Şêniyên taxê dibêjin ku ew ji ber bêaviyê daketine kolanan, lê hêzên girêdayî PDK’ê zextê dikin û dibêjin: “Hûn girêdayî hêzeke siyasî ne.” Di heman demê de îşaret bi vê jî dikin ku hêzên asayîşê hin kesên bi cilê sivîl xistine nava xwepêşandêran ku alozî û provakasyonê çêbikin û ber û armanca xwepêşandanê berovajî bikin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku her sal li Hewlêrê taxên ku niştecihên wan hejar in bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimînin. Wisa bûye ku îsal nirxê tankereke avê gihîştiye 100 hezar dînarê Iraqê.

Pirsgirêka avê ya li Hewlêrê di demekê de ye ku berpirsên PDK’ê bangewaziya ku wê Hewlêrê bikin Dûbaî dikin; lê niha bi pirsgirêka ava wexwarinê ya welatiyan re rû bi rû ne.