20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hewlêrê penaberê kurd li pêş kamerayan xwe şewitand

Li Hewlêrê penaberekî ji rojhilatê Kurdistanê li pêş kamerayan agir berda bedena xwe û got ku li Hewlêrê birçî ye, li kolanan radizê û dê agir berde bedena xwe da ku bila nebêjin derewan dike.

Li Hewlêrê 2 penaberên ji rojhilatê Kurdistanê bi berpirsên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinê dikin da ku alîkariyê bidin wan. Ji ber ku alîkarî nehat dayîn penaberekî li pêş kamerayan agir berda bedena xwe.

Penaberê din jî hewl dide agir bitemirîne. Piştî nîv saetê ambulans tê cihê bûyerê û penaberê ku bedena wî şewitiye radikin nexweşxaneyê û penaberê din jî ji aliyê polîsên Hewlêrê ve tê binçavkirin.  Hat ragihandin ku her du penaber jî endamê partiyeke ji rojhilatê Kurdistanê ne û 4 sal in li Hewlêrê dijîn.

Penaber beriya ku agir berde bedena xwe wiha dibêje: “Ji ber sekna xwe ya kurdistanî li Hewlêrê penaberekî siyasî me. Ji rojhilatê Kurdistanê 4 sal berê hatim Hewlêrê. Rejîma Îranê dixwaze min darve bike. Lê li vir jî birçî me, li kolanan û li mizgeftê radizêm. Ez ê agir berdim bedena xwe da ku bila nebêjin derewan dike.”

Vê bûyerê di medyaya civakî de jî cih girt. Kesê bi navê Netewî (Dildar Dylan) di twittera xwe de wiha nivîsand: “Pirsgirêka penaberên siyasî ku ji parçeyên din ên Kurdistanê tên başûrê Kurdistanê tenê birçîbûn, xizanî û bêmalî nîne. Her wiha hikûmeta başûr an van penaberan teslîmî Îranê û Tirkiyeyê dike û an jî bi teslîmkirinê gefan li wan dixwe.”

Rojnameger Bedel Boselî jî di tiwettera xwe de Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye û dibêje mehek berê têkildarî rewşa penaberên ku li başûrê Kurdistanê dijîn hişyariye kiriye û wiha nivîsandiye: “Ev 2 sal in li Hewlêrê dijîm. Ger PDK’î be jî, şehîdên wan ên pêşmerge hebin jî; kurdekî bakurê Kurdistanê û an jî penaberekî siyasî û rewşenbîr be rêveberî êşeke wisa bi wan dide kişandin ku tê nekaribî hakimî hêsirên çavan bî @masrour_barzani”

Di demên dawîn de hikûmeta başûr gelek penaberên siyasî yên ji bakurê Kurdistanê radestî Tirkiyeyê kir û her wiha penaber her roj rastî gefan tên.

HEWLÊR