25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hewremanê kolberek jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku duh bi şev li herêma Nodşe ya girêdayî Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê komek kolber dikevin kemîna hêzên rejîma Îranê.

Di dema ku ew kom dikeve kemînê, yek ji kolberan ê bi navê Şewket Qurbanî ji ber ku tirsiya û barê wî giran bû dilê wî radiweste.

Li gorî agahiya Kolbernewsê ku xwe dispêre agahiyên ku ji hevalên wî yên komê girtî, Qurbanî destpêkê bêhna wî çikiyaye û wan xwestiye wî rakin nexweşxaneyê, lê fermandarê hêzên rejîma Îranê yê bi navê Seîd Cemalî ku ji gundê Kengawer a girêdayî Kirmaşanê ye rêgirî li wan kiriye, ji ber wê piştî çend saetan Şewket Qurbanî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide.