23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Idlibê amadekariyên şerekî giran

Aloziya Sûriyeyê niha li Idlibê aliqiye. Yên naxwazin aloziya li Sûriyeyê çareser bibe niha li Idlibê bi hemû hêza xwe di nav tevgerê de ne. Yên naxwazin şerê navxweyî bi dawî bibe, kuştin û wêrankirin biqedin, destekê didin van komên El-Qaîde û Nûsrayê li Idlibê. Di

destpêka sibatê de agahî hatin parvekirin ku 4 endamên payebillind ên îstîxbarata rûsî li derdora Idlibê hatine kuştin. Piştî wê rûs zêde aciz bûn û nema xwe li sozên dewleta tirk ên derxistina van komên radîkal (Nûsra û Huras El-dîn) ragirt û bi hêz kete nav tevgerê. Heta riya M5 kontrol kir û gelek dever xistin kontrola hêzên rêjîmê. Her wiha 8 xalên tirkan ku ji wan re digotin ên çavdêriyê hatin dorpêçkirin.

Hin caran dibêjin ew ê feydeya van xalan çi be di nav hêzên rêjîmê de û wê bi kêrî çi werin ev xal? Lê ya dixuyê ew e ku ne rêjîm ne jî Rûsya ji van xalan niha ne aciz in. Ji ber ku ev hêzên tirk ên li van xalan niha wekî dîlên di destê Rûsya ûrRêjîmê de. Ji ber wê ewqasî behsa, çima dewleta tirk xwe nakişîne nayê kirin.

Erdogan ji bo hêzên rêjîmê  heta dawiya sibatê muhlet dabû ku divê xwe bikişînin pişt xalên çavdêriyê yên leşkerên tirk ên ku bi hevpeymana Soçî û Astanayê hatibûn diyarkirin. Lê sibat çû û adar gihişt nêvî û zimanê serokê tirk Erdogan di devê wî de ma û niha nema dikare qala van xalan jî bike.

5’ê adarê serokê Tirkiyeyê Erdogan û wezîr û kizîrên wî berê xwe dan Moskovê û li ber deriyê Pûtîn bûn. Li wir lîderê rûs Pûtîn jî bersiva quretiya Erdogan bi pêşwazîkirinê dayê.

Erdogan vegeriya û weke ku li Moskovê  bi ser ket, xwe da xuyakirin. Lê ji Moskovê dîmenên perîşaniya wî hatin weşandin.

Piştî wê berê xwe da Brukselê da ku karibe li hember Rûsiya û rêjîmê berhemên şantajên xwe kom bike û alîkariyê ji wan werbigire. Lê destvala ji wir jî vegeriya.  Û careke din axivî û zimanê xwe ji bo rêjîm û Rûsyayê hinekî nerm kir. Û daxuyaniyeke bi vî awayî da; “Hêna axa ku ne di destê rêjîmê de ye heye, (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meqsed e) hûn çima li Idlibê tacîzan li me dikin.Wir çareser bikin, Idlib hêsan e.” Mirov vê daxuyaniyê dikare bi çend aliyan ve şîrove bike. Yek ji wan ew e ku ihtîmal e ku Erdogan bi Esed re li hev bike. Lê xeyalên Erdogan bi lihevkirina bi Esed re naçin serî. Ji ber ku daxwaza lihevkirinê zêdetir a Moskovê ye ne ya Erdogan.

Erdogan bi van daxuyaniyên xwe, careke din dixwaze ku rêjîmê û kurdan bîne beramberî hev û bi hev bide şerkirin. Ji ber ew dizane ku hêza rêjîmê ya li çend eniyan şer bike tune, ew wiha plan dike ku ger rêjîm bi kurdan re şer bike ew ê hêzên xwe ji derdora Heleb û Idlibê bikişîne rojhilatê Firatê. Ha wê demê ji bo Erdogan û deshilata wî û çeteyên HTŞ’ê dibe firsend ku karibin careke din Heleb û Hemayê jî di nav de, gelek deveran bi hêsanî bixin bin kontrola xwe. Ji ber ku xewnên Erdogan ên girtina ji Heleb heta Kerkûkê hîna pêk nehatine. Ji bo wê jî niha li Idlibê ne ku şer rawestiyaye lê belê amadekariya şerekî girantir him ji aliyê rêjîmê û him ji aliyê komên çete û dewleta tirk ve tê kirin.