25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Idlibê tevgera istixbarata Azerbeycanê

Li navendeke lêkolînê ya Rûsyayê di encama bidestxistina hin peyamên veşarî de wan der barê tevgera istixbarata Azerbeycanê de gelek agahiyên girîng bi dest xistine. Li gorî wan agahiyan Azerbeycanê bi piştgiriya istixbarata Tirkiyeyê têkiliyên xwe bi çeteyên El Nusra re hene ku navê xwe kirine Heyet Tehrîr El Şam.

Li gorî wê çavkaniyê berpirsekî Azerbeycanê  yê payebilind bi alîkariya istixbarata tirk berpirsiya çeteyên rûsîaxêf girtiye ser xwe û ew wekî berpirsê malî yên wan çeteyan girêdayî El Qaîdeyê ye.

Berpirsê Azerbeycanî yê bi navê Husên Ezîzî berê berpirsekî Hêzên Taybet ê Azerbeycanê bû û niha berpirsê îdarî û malî yê tugaya Mihaciran e ku ew yek ji şaxên çeteyên Tehrîr El Şam e. Li kêleka berpirsiyariya wan a malî, alîkariyên ku ji Tirkiyeyê jî tên di bin kontrola wî de li wan çeteyan tên belavkirin.

Wekî tê zanîn ji 6’ê meha nîsana 2020’an de li gorî lihevkirinekê di navbera hikûmeta tirk ya ku piştgiriya komên çekdar dike û Rûsyayê ku piştgiriya rejîma Şamê dike de agirbestek hatibû kirin. Tevî ku gelek caran ev agirbest hatiye binpêkirin jî hê ew lihevkirin berdewam dike.