25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê derhênerek hat qetilkirin

Li Tahran a peytexta Îranê cesedek parçekiriyê di valêzekî de hatibû dîtin. Piştî lêkolînan derket holê ku cesed yê derhêner Babak Khorramdin e. Piştre bavê Khorramdin hat binçavkirin û mikûr hat ku wî tevî hevjîna xwe Khorramdin kuştine.

Derhêner Babak Khorramdin li ji Îngilîstanê hatibû serdana malbata xwe. Dê û bavê Khorramdin wî bi hinceta ku nazewice pêşî îlaç danê li du wî parçekirina, di valêz de bi cih kirine û avêtine ser sergo.

Li gor agahiyên ku ji aliye polîsan ve hatiye dayîn di de zanîn ku Khorramdin ji ber têkiliya xwe ya hevzayendî hatiye qetilkirin. Derket holê ku dê û bavê Khorrmadin keç û zavayê xwe jî bi heman awayî kuştine. Ew li xwe mikur hatine ku wan zavê xwe sala 2011’an û keça xwe jî 2018´an kuştiye. Lê cenazeyên keç û zavayê wan nehatiye dîtin.

Alî Fazalî Monfared yê 20 salî jî di 8 gulanê de ji aliye brayê xwe ve serî wî hatibû jêkirin. Malbat ji ber ku ew gay (hevzayend) bûye wî qetilkirine. Di pergala Îranê de bav an jî birayek kesek ji malbata xwe ve bi hinceta ‘namûsê’ qetil bike wî kesê bi dayîna berdêla xweynê tê berdan. Kesên dikevin girtîgehan jî di navbera 3 û 10 salan de ceza digirin.

Hinceta qetilkirinê li Îranê carna dibe tercîhên zayendî carna dibe li hember derketina zewacê carna jî dibe mijara kincan.