19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê krîza avê mezintir dibe

Li kolanên başûr rojavayê Îranê, derdora hefteyekê ye her ku diçe xwepêşandanên li dijî kêmbûna avê zêde dibin. Di navbera xwepêşandaran û hêzên ewlekariyê de pevçûnên dijwar rû didin û ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Rejîma Îranê xwepêşandaran tawanbar dike û dibêje ku di nava wan de kesên çekdar hene û wan polîsekî hêzên ewlekariyê kuştiye.

Ji aliyekî din ve çalakvanên muxalefetê bang li gel kirin ku tev li xwepêşandanan bibin û hin dîmenên van xwepêşandanên Xozistanê li ser malperên civakî hatin parvekirin. Îro serê sibehê jî dîmeneke xwepêşandana komeke jinan li rawestgeha metroyê ya Tehranê hat belavkirin û tê de sloganên ‘Bimire dewleta Islamî, Bimire Xumeynî’ hatin berzkirin.

Hêjayî gotinê ye ku kêmnetewa ereb piranî li herêma Xozistanê dijî û her dem tîne ziman ku ew rastî bêedaletî û cudakariyê tên. Her wiha di 50 salên dawî ev krîza herî mezin a kêmbûna avê ye û bandoreke mezin li ser jiyana gelek mirovan kiriye. Di encama kêmbûna avê de bandoreke mezin li ser jiyana gelê herêmê hatiye kirin ji aliyê çandinî, xwedîkirina sewalan û kêmbûna elektrîkê ve pirsgirêkên mezin tên jiyîn.

Li gorî çalakvanên mafên mirovan di rojên duşem û sêşema borî de zêdeyî 30 xwepêşandanan li deverên cuda hatine lidarxistin. Li gorî dîmenên ku vê sibê jî hatine belavkirin xwepêşandan berdewam dikin. di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha tankeke pasdaran hatiye şewitandin.

Her wiha ne tenê li Îranê li Sûriye û Iraqê jî krîzeke mezin a kêmbûna avê heye piştî ku hikûmeta tirk ava çemê Firat û Dicleyê biriye û gelekî kêm kiriye. Li cihê ku diviyabû di her saniyekê de 500 mk av ji çemê Firatê biherike Tirkiyeyê ew rêje daxistiye 200 mk.