25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê wêneyê îşkenceyê

Televîzyona Îranê dîmenên girtiyekî ku di hucreya yekkesî de jiyana xwe ji dest da belav kir. Tê diyarkirin ku Xosrow Cemalîfer di hucreyê de ji ser hişê ve ve diçe û dikeve erdê.

Malbata Cemalîfer li ser mirina wî ya bi guman dibêje ku ew ji ber îşkenceya di hucreya yekkesî de miri ye. Malbata Cemalîfer dixwazin giliyê rayedarên girtîgehê bikin. Lê rayedarên dewletê ji bo ku malbat gilî nekin astengiyan ji wan re derdixin.

Rapora îşkenceya li Îranê

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di raporeke taybet de li ser navendên veşartî yên Wezareta Îtilaata Îranê û Rêxistina Îstixbarata Pasdarên Şoreşê li bajarên Urmiye, Senendec û Kirmaşanê û îşkencekirina girtiyan belav kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan di raporê de bal dikşîne ser binçavkirin, lêpirsîn û îşkencekirina girtiyên siyasî yên di navendên binçavkirinê yên veşartî de. Tê diyarkirin ku li van navendan bûyerên tecawiz, îdamkirina bi hîle, lêdan û tundiya sîstematîk tê kirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji bo amadekirina vê raporê bi kesên ku di van navendan de Îşkence dîtine re axifî.

Li gor vê raporê Wezareta Îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê û Sipahê Pasdaran ji bo çalakvanên kurd hê jî navendên SAVAK’ê yên bere nûdikin û navendên din jî ava diikin.

Di raporê de tê destnîşan kirin ku piraniya rêvebirên giştî yên îstixbaratên her çar parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan û Îlamê ji navçeyên din diçin van parêzgehan.

Ji bo kesên biyanî navendên cuda tên avakirin

Di raporê de tê diyarkirin ku Wezareta Îstixbaratê ya Îranê li her navendên parêzgehan navendeke binçavkirinê heye. Bi gelemperî hemû girtiyên ji herêmên din tînin van navendan û lêpirsîna wan li vê tê kirin.

Ji xeynî van navendên diyarkirî çend vîla jî ji bo binçavkirinên ji bo lêpirsîna hemwelatiyên biyanî û dozên tam veşartî têne bikar anîn.

Di salên dawî de rêxistinên mafên mirovan gelek caran ragihandine ku bersûc piştî ku li van girtîgehan hatine binçavkirin jiyana xwe ji dest dane.

Di van salên borî de, raporên kuştina xelkê sivîl û girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine belavkirin. Rayedaran di hin rewşan de radestkirina cenaze red kirine, derfetê lêkolîna bûyerên û veşartina cenaze nedane malbatan.