spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê dengdana taybet dest pê kir

Li Iraqê navendên taybet ên hilbijartinê deriyên xwe ji bo hilbijêran vekirin. Di vê dengdanê de dê artêş, hêzên ewlekariyê û polîs tev li vê dengdana taybet bibe. Dîsa dê girtiyên zindanan tev li vê dengdanê bibin. Ev dengdan beriya hilbijartinên giştî bi 48 seatan pêk tê.

Berdevka saziya bilind a hilbijartinan Cumana El Xelayî der barê dengdana taybet de ji ajansa Sky Newsê re axivî û wiha got: “Hilbijartin roja înê (8 cotmeh) serê sibehê seat di 7’an de dest pê dike û seat di 6’ê êvarê de bi dawî dibe. Hejmara leşker û hêzên ewlekariyê yên ku dê tev li vê dengdanê bibin milyonek û 75 hezar e. Her wiha dê 120 hezar koçber jî tev li vê dengdanê bibin. Girtiyên zindanan yên ku cezayê wan kêmî 5 salan e jî tev li vê dengdanê dibin.”

Wekî tê zanîn hejmara berendamên van hilbijartinên pêşwext 3 hezar 200 kes e. Ji wan 951 endamên jin in.