24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê gel daket qadan

Piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê eşkere kir, li Bexda, Besra, Zîqar û Nînowa gel li dijî encamên hilbijartinê daket qadan û dest bi çalakiyan kir.

Li gorî medyaya Iraqê, li dijî encamên dawî yên hilbijartinê li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşdanê destpê kir û riya Huseyniye ya bakurê Bexdayê girtin. Di heman demê de li Zîqarê jî bi heman armancê welatî daketin qadan û bi şewitandina tekelan riya sereke ya bajêr girtin. Li bajarê Besrayê jî hejmarek zêde ya welatiyan daketin qadan û li dijî encamên hilbijartinê bertek nîşan dan. Li parêzgeha Nînowayê jî bi heman awayî nerazîbûn nîşandan.