25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê şerê Tirkiye û Îranê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk bi êrîşên qirkirinê re dixwaze sînorên xwe yên ‘Mîsakî Milî’ ji nû ve zindî bike. Ev êrîşên li ser herêma Şengalê û dagirkeriya li başûrê Kurdistanê weke çirûskên destpêkê yên vê planê tên dîtin.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê 28’ê sibatê serdana Îranê kir. Piştî wê serdanê Sefîrê Îranê yê Bexdayê Irec Mescîdî ji ber êrîşên leşkerî yên li dijî axa Başûr, dewleta tirk rexne kir û got: “Em qebûl nakin ku Tirkiye yan jî dewleteke din bi awayekî leşkerî dest li Iraqê werde. Çi eleqeya Tirkiyeyê bi Şengalê re heye?

Piştî vê daxuyaniyê îcar sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bersiv da Îranê: “Kesê ku herî dawî rabe ji Tirkiyeyê re bibêje rêzê li sînorên Iraqê bigire, sefîrê Îranê ye.”

Serokê meclisa Iraqê Muhammed Halbusî jî li ser malpera xwe, nav neda lê dîplomatên biyanî hişyar kirin û got: “Hûn li vir dewleta xwe temsîl dikin, li ser têkiliyên di navbera welatan de bixebitin. Têkilî karên navxweyî nebin.”

Hewildanên dewleta tirk ên ji nû ve zindîkirina sînorên Mîsakî Milî ji aliyê Îranê ve bi dagirkeriyê tê binavkirin. Îran gefên dewleta tirk ên li ser herêma Şangelê wek êrîşeke li ser Mûsûlê dibîne. Ji ber van tehdît û gavên tên avêtin di navbera her du welatan de tansiyon rabûye.

Peymana Mîsakî Milî li gorî rewşa siyasî û hevkariya hêzên navneteweyî ve hatiye îmzekirin. Neteweperestiya tirkan bi taybetî jî tûranparêz li gorî rewşê her tim di nav hewildanên ji nû ve zindîkirina Mîsakî Milliyê de bûne. Ev kes li gor berjewendiyên Tirkiyeyê, carna jî sînorê Osmaniyan ên berî peymana 1916 Sykes-Pîcotê ya îngilîz û fransizan, yanî sînorên ku rojava û başûrê Kurdistanê û beşek jî Ermenistan û heta Bulgaristan jî di nav de ye bi bîr tînin.

Ev xewn û xelaya tirkan a sedsalî bi pevçûn û krîza siyasî ya li herêmê heyî ji nû ve ketiye rojeva dewleta tirk. Bajarê Mûsûlê ji ber rola xwe ya dîrokî her tim bala dewletên herêmê kişandiye ser xwe. Ji ber pêşveçûnên li herêmê diqewimin ev herêm bala Îranê jî kişandiye. Ji ber gefa dewleta tirk a li ser herêmê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zarîf bi gotina; “Em hebûna leşkerên tirk ên li Iraq û Sûriyeyê red dikin.” Her çend ev gotin nehatibin piştraskirin jî, bû sedem ku di navbera Îran û Tirkiyeyê de dengên cuda bilind bibin.

Dema artêşa tirk êrîş bir ser herêma Garê, hêzên Heşdî Şabî jî hêzeke mezin ber bi Şengalê ve şand. Ev hêza ku li herêmê bi cih bû xwe li gor êrîşên ji aliyê Tirkiyê ve bên bi cih kir. Bêguman bi hevkariya PDK’ê dewleta tirk ev demek dirêj e hebûna PKK’ê li Şengalê dike hincet û bi vê hincetê gelek caran li ser herêmê êrîşên hewayî pêk anîn. Bi van êrîşan ve girêdayî armanca dewleta tirk dagirkirina Şengalê û bi vê jî xwe gihandina Telafer û Mûsilê.

Em ji bîr nekin ku di hişmendiya tirkên rastgir û nijadperest de Mûsil her tim wek parçeyê Tirkiyeyê tê dîtin. Ev alî bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, hewil didin ku peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê ji nû ve têxin rojevê. Ji bo li herêma Mûsilê bibin xwedî nifûs jî eleqeyek mezin nîşanî tirkmenên Telaferê didin.

Lê tevî vê eleqeya baş jî di vê pêvajoyê de nêzîkatiya tirkmenên herêmê ji bo Tirkiyeyê hatin guhertin. Şîiyên tirkmen di bin navê xweparastinê de hîn bêhtir nêzî Îranê bûn û bi erebên şîi re têkiliyên xwe xurt kirin. Ji ber ku dewleta tirk ev tehlûke dîtin ji bo parastin û îqnakirina tirkmenan leşkerên xwe li herêma Mûsil Başîqa bi cih kirin. Ev baregeh ji bo MÎT’a tirk li herêmê bikaribe li ser van pêkhateya kar û xebatên cuda bide meşandin bi taybetî hat hilbijartin. Armanca wê ya yekemîn jî manîpulekirina tirkmenan e.

Em ji bîr nekin ku li dijî vê hemleya Tirkiyê, dewleta Îranê jî bi karta Heşdî Şebî xwest ku têkeve denklema Mûsilê. Em ji bîr nekin ku Mûsil yek ji navendên girîng ên DAIŞ bû. Bi van pevçûnan ve îhtîmala heye ku bi destê dewleta tirk li herêma Mûsilê DAIŞ ji nû ve dest bi çalakiyan bike. Ev yek jî di nav gel de nerehetiyekê çêdike. Lewma li dijî vê tehdîdê tirkmenên Mûsilê rola pêkhateya Heşdî Şebî girîng dibînin.

Dewleta tirk bi emelên xwe yên xirab û hişmendiya xwe ya yekperest dixwaze hevsengiyên herêmê xera bike. Divê ji vê siyaseta pûç û bêencam dersê derxe. Piştî DAIŞ’ê çavkaniya hemû xirabî û êrîşên li dijî gelan bi pêş dikevin, dewleta tirk û çavsoriya wê ya ji bo van xewn û xeyalên xwe yên pûç e. Gefên di navbera Tirkiye û Îranê de jî, ji nêz ve bi vê mijarê ve girêdayî ne.