25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îzmirê agir berdan avahiya HDP’ê jinek hat kuştin

Hin kesan êrîşê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan a li Îzmirê kirin û agir berdan avahiyê.

Navenda Giştî ya HDP’ê der barê êrîşê de parvekirinek kir û wiha hat gotin: “Li Îzmirê kesekî çekdar êrîşê avahiya partiya me kir û agir berda avahiyê. Li hundir hevaleke me ya xebatkar heye. Faîl û berpirsên vê êrîşê diyar in. Di rewşeke neyînî de îktîdar û navtêder dê berpirsiyar bibin.”

Der barê bûyerê de Mahfuz Guleryuz bi Îrfan Aktan re xeber da û ev yek anîn ziman: “Bi mehan e hin kesan tînin pêşiya avahiyên me û ji ser wan me wekî hedef nîşan didin. Digel ku me gilî jî kirin tu encam nehatin bidestxistin û ev êrîş bi awayekî aşkera qewimî.”
HDP’ê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirineke duyem kir û diyar kir ku partiyî li pêşberî avahiya bajêr civiyan û wiha hat gotin: “Li dijî provakasyon û êrîşa adiyane ya li Îzmirê HDP’yî li ber avahiya me ya li Konakê dicivin. Her êrîş êrîşkarên tirsonek biçûk dixe û xwedîlêderkertina partiya me xurttir dike.”
Xebatkarê partiyê hat kuştin

Kesekî çekdar li Îzmirê êrîşê avahiya HDP’yê kir û di êrîşê de partiyiyek bi navê Denîz Poyraz ji teref êrîşkar ve hat kuştin. Êrîşkarî piştî ku agir berda avahiyê partiyiyê ku rehîn girtibû kuşt. Wekîlserokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç ev agahî ji ajansa Medya Haberê re parve kirin.

Parlamenterê Îzmirê Murat Çepnî jî ragihand ku partiyiyê hatiye kuştin jina bi navê Denîz Poyraz e ku li partiyê bi karên xwarin û paqijiyê re mijûl bû.

Polîsan kesê êrîşkar bin çav kirin lê di dema binçavkirinê de hat dîtin ku destên yê êrîşkar nehatiye kelemçekirin. Hat hîn bûn ku navê yê êrîşkar Onur Gencer ye û li Gazîemîra Îzmirê rûdinê 27 salî ye.

Daxuyaniya walîtiyê

Piştî rûdanê Walîtiya Îzmîrê daxuyaniyek belav kir di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: “Îro di saet 11.05’an de kesê bi navê O.G. yê ku berê xebatkarê tenduristiyê bû û ji kar derketibû ket hundirê avahiya HDP’ê ya ku li xana 32 heb kargeh lê heye û bi demançeyê xebatkarê partiyê yê bi navê D.P. kuşt. Kesê bersûc hat girtin û rûdan bi her awayî tê lêkolînkirin.”

Dayik Fehîme Poyraz hat ber avahiyê

Li cihê bûyerê ewlehî hat zêdekirin û li bendê ne ku serdozgerê komarê bê avahiya partiyê.

Malbata Denîz Poyraz jî hat pêş avahiya partiyê. Dayik Fehîme Poyraz ji bo keça xwe teşxîs bike xwest bikeve hundirê avahiyê lê polîsan destûr nedan.

‘Ez ê serê xwe li ber wan netewînim’

Dayikê li pêş avahiyê digel dorpêça polîsan kir hawar û wiha dengê xwe berz kir: “We keça min qetl kir, Xwedê belaya xwe bide we. Ka çi heqê we hebû. Divê ez zaroka xwe bibînim, ez ê serê xwe li ber wan netewînim. Bes e ma êdî dê çiqas ciwan bimire. Keça min şehîd ket. Ez dayikeke bihêz im. Ez ê tim têbikoşim. Ez dixwazim laşê keça xwe bibînim. Dixwazim fêr bibim ka li ku dera wê dane.” Piştî demekî hiştin ku ji malbatê kesek biçe û Poyraz teşxîs bike.

Partiyiyên ku li pêşberî  avahiya partiyê civiyabûn bi hêrs bû û dirûşmên ‘şehîd namirin’ berz kirin. Her wiha di navbera girseyê û polîsan de jî rageşî zêde dibûn.

Hinceta êrîşkar hinceta dewletê ye

Kesê êrîşkar di îfadeya xwe ya ewil de wiha got: “Tu eleqeya min bi kesekî re tune ye. Ji ber ku min ji PKK’ê nefret kir ez ketim bînayê, min hema ketober gule reşand.