20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îzmîrê polîsan êrîşê jinên HDP’yî kirin

Jinan xwestin ku konê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hatiye danîn bê rakirin. Polîsên Tirk jî bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinan kirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbata Denîz Poyraz kir. Piştre jî hatin kolana ku avahiya partiya wan lê ye. Jinan tabelaya ku bi rengê mor amade kir û nav û wêneyê Denîz Poyraz li serê ye bi kolanê ve daliqand.

Jinan westin konê li pêş avahiya HDP’ê hatiye danîn were rakirin. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û got: “Ev kon ji aliyê Walitiya Îzmîrê û Qesrê ve hatiye danîn. Ji bo ku partiya me bikin hedef ev konê kujer danîne vir. Hevrêya me Denîz ji aliyê kesekî ku li Sûriyeyê perwerde dîtiye ve hat qetilkirin. Ev kon konekî kujer e. Em dixwazin ev konê kujer ji vir were rakirin. Ev gule li mirovahiyê hatine reşandin. Em ji ber vê yekê navê vê kolanê dikin Denîz Poyraz.”

Piştî axaftinên ku hatin kirin, jinan xwest bimeşin. Polîsan destûr neda meşê û jinan dorpêç kirin. Piştre jinan li ser Bûlwara Şaîr Eşref rê li trafîkê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

‘Kona ku hatiye danîn HDP’ê hedef nîşan dide’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li vir axivî û wiha got: “Konê ku hatiye danîn, partiya me hedef nîşan dide. Ev kon ji bo provakasyonê danîne vir. Ev kon ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve li vir hatiye danîn.”

Başaran nerazîbûn nîşanî polîsên ku destûr nedan jinan da û got: “Hûn berpirsyarên qetilkirina Denîzê ne.”

Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî jinên ku çalakiya xwe ya rûniştinê domandin kir. Piştî êrîşê jin derbasî avahiya HDP’ê bûn.