23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kanadayê malbateke misilman hat qetilkirin

Li Eyaleta Ontario ya Kanadayê keseke kanadayî bi erebeyê êrişê malbateke misilman kir. Hat diyarkirin ku ev êrîş biplan hatiye kirin.

Di êrişê de 4 kes ên ji malbatê jiyana xwe ji dest dan û zarokekî 9 salî jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku malbata hatiye qetilkirin 14 sal berê ji Pakistanê koçê Londrayê kiriye.

Êrişê keseke 20 salî pêk anî û piştî demeke kurt bersûc ji ber kuştina mirovan hat girtin.

Rayedarekî polîsên Londonê Pûl Waîght got ku:“Hin îspat didin zanîn ku ev êriş bi plan hatiye kirin û sedema êrişê jî misilmanbûna malbatê ye.”

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke ji bo qetilkirina malbatê avêt û wiha got: “Di civaka me de cihê Îslamafobiyê tune ye. Êrişa ku hatiye kirin nayê qebûlkirin.”