25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kantona Hesekê perwerdeya jineolojiyê

Navenda Jineolojiyê ya Kantona Hesekê li ser daxwaza Meclisa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê dewreyeke perwerdê li ser zanista Jineolijî bi armanca lêveger û naskirina dîrok, çand û xwedîderketina li hebûna gelê ermen, dane vekirin.

Perwerde ji aliyê Endama Rêveberiya Navenda Jineolojî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hena Dawûd  ve tê dayin. Di çerçoveya mijarên werin destgirtin de, pênaseya têgeha jineolojî û girîngiya wê, hevjiyana azad, jineolojî û aborî, Jineolojî û siyaset, dîroka tevgera azadiya jinan û hwd hene.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Navenda Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hena Dawûd axivî û wiha got: “Niha dem dema lêvegera çandî û dîrokî ye, îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê şensekî mezin e. Weke gelê ermen îro daxwaza dewreyeke perwerdeya Jineolojî dikin, ev tê wateya ku daxwazên lêvegera dîrokê pir hene. Her wiha daxwaza naskirina heqîqetê û parastina çand, dîroka xwe ji tunebûnê xelas dikin. Jineolojî dê bikaribe hemû pirsgirkên civakê çareser bike û li ser nêrîneke hevbeş jin û mêr bigihîne hevûdu. Bi vî rengî em ê bikaribin civakek azad bidin avakirin.”

Endama Rêveberiya Meclisa Civaka Ermenî Arşo Berbryan der barê perwerdeya jineolojiyê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em dixwazin di riya vê perwerdê çand û şaristaniya xwe bizanibin. Komkujiyên bi serê gelê me pêk hat,  pêwîst e em zêdetir nas bikin û lêkolîn bikin.  Em ê bi riya perwerdeyan îradeya xwe xurt bikin û bibin bersiv ji van komkujiyan re. Xwedîderketina li çand û dîrokê xwedîderketiya li nasname û hebûnê ye.”

Endamê Meclisa Civaka Ermenî Nêrsîs Qesebyan jî destnîşan kir ku di nava civakê de pêwistiya her kesî bi naskirina Jineolojî heye û wiha nêrîna xwe bi mere parve kir:  “Ji bo em bikaribin civaka xwe ji êrîş û helandinê biparêzin û pirsgirêkên xwe çareser bikin pêwîst e em her dem di perwerdeyan re derbas bibin. Em ê civaka xwe li derdora meclisa xwe kom bikin û çand û dîroka xwe biparêzin.”