spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Karabîkê goristaneke mezin a koleyan hat dîtin

Li girava Saint-Eustache ya giravên Karabîkê ku girêdayî Hollandayê ye, goreke koleyan hat dîtin. Ev goristan ji bo naskirina dîroka şêniyên giravê gelekî bi wate û girîng tê dîtin.

Piraniya şêniyên girava Saint-Eustacheyê koleyên Efrîkî ne. Di mijara hînbûna rabirdûya malbata xwe de gelek pirsgirêk û astengiyan dibînin. Nizanin ku pêşiyên wan ji kîjan herêma Efrîkayê, ji kîjan welatî hatine.

Têkildarî dîtina goristanê yek ji şêniyê giravê Cherees Timber axivî û got: “Têkildarî dîroka malbata xwe bi tiştekî nizanim. Tenê kalik û pîrika xwe nas dikim. Nizanim bê ji ku hatine yan jî li ku mezin bûne.”

Berpirsiyarê qada kolandinê Ruud Stelten jî diyar kir ku her roj ew tiştekî nû dibînin û wiha axivî:  “Ji texmînan zêdetir em tiştan dibînin. Gelek peyker û diyariyên bi miriyan hatine binaxkirin hatin dîtin. Ev yek jî gaveke gelekî girîng e, em dikarin rabirdûyê hîn bibin.”

Goristana ku hatiye dîtin li Karabîkê yek ji goristanên  herî mezin ên koleyan e. Li goristanê heta niha 53 cesed hatine dîtin. Piraniya kesên hatine veşartin mêrên Efrîkî bûn ku li nava zeviyan dihatin xebitandin. Midûrê navenda lêkolîna arkeolojîk a Saint-Eustacheyê Alexandre Hinton diyar kir ku ew texmîn dikin, li vê sîsteyê zêdeyî 100 cesed hene.

Girava Saint-Eustache ku bi dorê kete bin dagirkerî û mêtingeriya Fransa, Hollanda û Brîtanyayê, di sedsala 17’an de yek ji navendên herî girîng ên bazirganiya cîhanê bû. Girav weke ‘Zinarê Zêrîn’ dihate pênasekirin.

Ev goristana ku vê dawiyê hat dîtin, ji bilî dîroka ku ji aliyê xwediyê koleyan ve hatiye nivîsandin ji bo arkeolog û dîroknasan jî derfeteke nû pêşkêş dike.