25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kazakistanê buhabûna gazê hikûmet hilweşand

Îro serê sibehê hikûmeta Kazakistanê ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanên gel ên li dijî zêdekirina buhayê gazê, rewşa awarte li bajarê Alma Ata îlan kir û ket û derketina ji wir xist bin kontrolê.

Serokê Kazakistanê Kasim Comert Tokayev duh bang li gelê Kazakistanê kiribû ku xwe radestî hêzên hundir û derve nekin bi taybetî ew hêzên ku dixwazin ewlekariya welatê wan xira bikin.

Tokayev di axaftina xwe de wiha got: “Ez bang li gelê xwe dikim ku xwe radestî hêzên derve nekin û ez soz didim ku em ê di civîna xwe ya roja çarşemê de hemû daxwazên gel nîqaş bikin û çareyekê ji wan daxwazan re bibînin. Her wiha bang li xwepêşandêran dikim ku zirarê nedin sazî û dezgehên dewletê.”

Piştî wê di civînê îro de serokê Kazakistanê bi biryarnameyekê serokê hikûmeta heyî ji kar dûr xist û alîkarê serokwezîr Alîxan Smaîlof li şûna wî destnîşan kir.