Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Li Kerborênê 40 kilox hatin dîtin

Navenda Nûçeyan

Di salên 1990’î de li bajarên kurdan bi hezaran bûyerên faîlên wan ne diyar pêk hatine. Di van bûyeran de di seriya 15 hezaran de mirov hatine windakirin û jiyana xwe ji dest dane. Gelek kesên hatine windakirin hê jî agahî ji wan nayê girtin û kesên jiyana xwe ji dest dane jî cihê cenazeyên wan nayê zanîn. Li gel ku ji bo hînkirina aqûbeta windayan, her hefte çalakî tên lidarxistin û xizmên wan daxwaza edaletê dikin jî tu pêşveçûn çênebûye.

Ji salên 2000’î ve li hin deveran bi awayekî tesadufî hestiyên kesên winda hatine dîtin û xizmên wan bi vî awayî aqûbeta wan hîn kirine. Bajarê herî zêde mirov lê hatine windakirin û hestî lê hatine dîtin Mêrdîn e. Hefteya borî dîsa bi awayekî tesadûfî li şikefteke mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin dîtin.

Çûyîna şikeftê hat qedexekirin

Welatiyê bi navê Îrfan Yakût ku bavê wî Yahya Yakût jî di sala 1993’an de hatiye windakirin, gora komî dît û ji bo lêkolînkirinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Piştî serlêdana Yakût Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, li şikefta hestî lê hatibûn dîtin, lêkolînek kir. Ji ber lêkolînê heta demekê destûr nayê dayîn ku kes derbasî şikeftê bibe û hestiyan bibîne.

Beriya destpêkirina lêkolînê Yakût ê der barê gorê de serî li dozgeriyê dabû, bi parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê re çû cihê bûyerê. Lê dozgeriyê destûr da ku tenê Yakût derbasî cihê bûyerê bibe. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku di nav hestiyên hatine dîtin de 40 kiloxên mirovan hene.

Lêpirsîn nepen e

Piştî lêkolîna li şikeftê hat kirin, hestiyan kirin kîsan û birin Edliya Kerboranê. Hat ragihandin ku dê hestî ji vir jî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Der barê lêpirsîna ji bo mijarê hat destpêkirin de jî biryara nepeniyê hat dayîn.

Yakût ê lêkolîna hat kirin di cih de şopand, diyar kir ku bavê wî Yahya Yakût di sala 1993’an de hatiye windakirin û wiha got: “Berê jî em li herêmê digeriyan lê me hestî nedîtin. Di 28’ê gulanê de dema ku em dîsa li herêmê digeriyan, li pêşiya şikeftê me hestiyan ferq kir.”

Hêviya hestiyên salên 1990’î

Yakût, da zanîn ku wî bi gumana ku hestiyên bavê wî jî di nav hestiyên hatine dîtin de hebin serî li dozgeriyê daye û ev tişt anî ziman: “Min serî li dozgeriyê da, niha hestiyan girtin û wê bişînin testa DNA’yê. Em hêvî dikin ku ne hestiyên bavê me bin jî hestiyên kesên din bin. Çi dibe bila bibe derketina holê ya vî tiştî wê ji bo herkesî bi xêr be.”

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz ku destûr nehat dayîn biçe herêma bûyerê jî bi lêv kir ku ew di wê fikrê de ne ku hestiyên hatine dîtin hestiyên kesên di salên 1990’î de hatine windakirinin û wiha got: “Dibe ku hestiyên hatine berhevkirin hestiyên kesên di çarçoveya Doza JÎTEM’ê ya Mêrdînê ya li Semsûrê berdewam dike de hatine windakirin bin jî. Beriya niha hestiyên 7 kesan hatibûn dîtin lê hestiyên 3 kesan nehatine dîtin.”