Rojnameya Heftane

Li Kerkûkê xetereya li ser zimanê kurdî

Di van demê dawî de, bi awayekî veşartî li herêma Kerkûkê hin lîstikên qirêj tên lîstin. Çend roj berê çalakiyên mamosteyên kurdî yên herêma Kerkûkê ji me re gelek tiştan dibêje.

Li Kerkûk û derdora wê ji bo rêjeya zimanê kurdî kêm bibe û xwendevan li şûna zimanê kurdî bi zimanê erebî an jî tirkmenî xwendina xwe berdewam bikin, bi awayekî plankirî bi rêjeya zimanê kurdî tê lîstin.

Ji bo balê bikişînin ser vê mijarê li bajarê Kerkûkê mamosteyê zimanê kurdî hin çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat gotin ku bi zanebûn ji xwendevanên bi zimanê kurdî dixwînin pirsên şaş ango pirsên ku nayên famkirin tên kirin. Ev jî dibe sedem ku rêjeya xwendevanan a ezmûnan kêm bibe. Dîsa ji bo xwendevan bi zimanê kurdî nexwînin an jî ji bo teşvîqa zimanê kurdî çênebe, di meteryalan de cudahiyan dikin.

Bêguman ji berê ve li ser herêma Kerkûkê lîstik hene lê beriya niha di vê astê de nebûn. Hemû bûyerên diqewimîn siyasî an jî leşkerî ne lê bi vê bûyerê ve derdikeve holê ku bi awayekî zanebûn dixwazin demokrafiya herêmê biguherînin. Ev jî bi serê xwe sûc e û li himberî vê pêwîst e di serî de berpirsyarên herêma Kurdistanê hemû kurd hişyar bin.

Li Kerkûkê ev hewildanên guhertina demokrafiyayê bi destê kîjan aliyan ve bi pêş dikeve kêm zêde tê texmînkirin. Lewma ji bo pêşîgirtina vê rewşa wisa bi xeter jî pêwîstî heye ku rayedarên herêma Kurdistanê bi awayekî cidî li ser vê mijarê bisekinin û guh bidin dengê mamosteyên kurdî.

Herêma Kerkûkê piştî mudaxeleya Amerîkayê yek ji herêmên herî girîng e. Ji ber ku gelek neteweyên cuda li herêmê dijîn û bi nasnameya xwe ya pirneteweyî tê naskirin. Ji bo hemû netewe li gor çand û baweriyên xwe bijîn, ji hêla hêzên navneteweyî ve komisyonên taybet hatin avakirin. Di van çend salên derbasbûyî de li ruxmî hemû êrîş û zehmehtiyan jî gelên herêmê her tim alîgirê bi hev re jiyanê bûn lê ji milekî ve erebên radîkal û ji milê din ve jî eniya tirkmen a têkiliyên wê bi MÎT’a tirk re hene ji bo li vê herêmê kurd nemînin çi ji destê wan tê dikin. Ev zextên li ser zimanê kurdî yên dawî bi van aliyan ve girêdayî ye.

Di vê mijarê de rola herî dîyaker a hikûmeta herêmê ye. Pêwîst e rayedarên hikûmeta herêmê guh dibin dengê mamostêyên kurdî yên herêma Kerkûkê. Ev bûyer di encama hewildanên guhertina demografiya herêmê de derketiye holê. Zihniyeta ku dixwaze ciwanên kurd ji zimanê wan dûr bixe û li herêmê guhertinan çêke li ser pêşeroja herêma Kurdistanê jî metirsiyeke mezin ava dike lê rêveberiya Hewlerê çiqas di ferqa vê de ye? An jî çiqas cidî li vê mijarê dinêre ne diyar e. Ji ber ku Kerkûk tu carî ji bo wan nebûye mijara sereke û nebûye mijara ku ji bo wê têbikoşin.

Kerkûk bajarekî kevnar yê kurdan e. Bajarvaniya li vê herêmê hatiye avakirin, bi demê re ji neteweyên cuda re jî bûye çavkaniya jiyanê. Lewma bi sedsalan e ku li vê herêmê gelê kurd bi gelên cuda re di nav aramî û aştiyê de dijî lê her tim aliyên ku bi zihniyeta serdestî û dagirkeriyê ve hatine birêvebirin dixwazin rêveberiya vê herêmê jî têxin destê xwe.

Bajarê Kerkûkê her tim bi nasnameya xwe kurdî û bi wê ve girêdayî bi ya pirneteweyî ve hatiye naskirin. Hemû neteweyên li vê herêmê dijîn jî baş dizanin ku ev herêm wek erdnîgarî herêma Kurdistanê ye. Lewma şêniyên vê herêmê jî xwe ji Kurdistanê dibînin lê zihniyetên xav û pûç ên dixwazin ji nakokiyên di navbera gelan de rû didin sûdê bigirin û ji xwe re rêya hebûnê ava bikin her tim li fesadî kirine. Pêwîst e gelê herêmê destûr nede ku ev kes li ser hebûna wan bibin xwedî gotin.

Ji ber vê yekê çalakiyên xwedîderketina zimanê kurdî yên di pêşengiya mamosteyan de pêş ketiye bi nirx û bi wate ye. Pêwîst e her kesên zimanê wan ji bo wan bi nirx e xwedî li vê çalakiyê derkevin.