25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li keviya rûbirûbûnê…

Van rojan ji gelek tiştan dixwazim birevim. Ji dîmenên bajarên talankirî, zarokên li kampan li ber baranê, bêcil û bêpêlav, hestiyên pakrewanên di gorên bêkesan de bêxwedî mayî! Van roj û mehan şahî û xemgînî tevlihev dibin. Jiyan û mirin, şev û roj bi hev re ne… Van rojan ji xwe direvim, ji dengê xwe, ji gotinên dubare, ji bendewariyên tewş û vala! Van rojan li keviya pirsên delodîn im… Pirsên ku ji bo bersivên xwe bigrin,bi şev û roj di cenga giran de ne!

Li vî bajarî, li hevokên kurdî yên ku her yek ji wan tenê dikare xwe bi hezkirin û agirê kurdîtiyê biafirîne digerim. Li hevokên ku bikarin rastiya ‘kurdbûnê’ vebêjin, me li kurdî û Kurdistanê vegerînin! Kurdîtî çi agirekî bêdawî ye… Kurdîtî çi rêyeke dûr û dirêj e di vê serdema bêwijdan û bêsinc de… Kurdîtî çi sebr û ruhekî ji pola ye… Çi zanîneke dûr, bîreke kûr, janeke giran e!

Li keviyekê sekinîme niha. Li kîjan aliyê dinêrim; barê salan civiyane, temenê borî têra kirin û vegotinê nekiriye. Dîmen bi dîmen derbas dibe her tişt, vediguhere dîmenek li cihê xwe asêmayî! Ne civatek cidî heye tu lê vebêjî, ne peyam cihê xwe digrin û ne jî kar û emel ji dil û birêkûpêk xuya dikin! Wekî jirêderketinekê ye her tişt… Bêbextî û newêrekî bi çend gotinan rûyê xwe spî dikin! Kambaxî ne gelek tişt, tenê bi gotinan xwe dubare dikin! Di nava mij û moranê de dibêjin qey dîmenên li pêş çavan zelal in… Di nava valahî û sistahiya demê û sedbarehiyê de wekî ku ser û dil ronî û rehet bin!

Vaye li ber çavan e! Gotinên xwe dubarekirî xwedî tu wateyê nîn in êdî! Ji bêçaretiyê tên ser ziman. Xwe jî xwediyên xwe jî ji xweza û raza jiyanê bêpar dihêlin! Vaye em dibînin! Rewşên rehet û zelal şêlû dibin, ên şêlû, bi çend gotinan wekî kefa li ser avê xwe spî nîşan didin.

Ji demê bêhna valahî û dubaretiyê tê. Aqil û hest nikarin bi demê re wekî îbadet, xwe pak û nû bikin. Nikarin bibêjin îro ne duh e, berdewamiya wê ye lê rojeke nû ye, zindî û tenê ye… Didomin pirsên bêbersiv, tenêtî zêdetir dibe ji ber wan… Tenêbûna demê û ya însan çi xweş û jandar e! Çi xweş e ku tu bi xwe re, bi rastî û şaşiyên xwe re rûbirû dimînî… Çi zor û watedar e rêwîtiya bi xwe re û bi demê re.

Ji vê serdemê bêhna mirina pêşwext tê! Dê û bavên kurd, bi mirina zarokên xwe, zarok bi mirina dê û bavên xwe, ji xwezayîbûna jiyan û mirinê bêpar dimînin! Ji vê serdemê bêhna jibîrkirin, dûrbûna ji hev û têgehên ku wateya xwe winda kirine tê! Em ê bi kîjan gotin û hevokan, helbest, cerebe û nivîsan bikaribin xwe vebêjin. Em ê bi kîjan serî û wijdanî dest, dil û keda xwe bikin yek!

Gotin, yek bi yek xwe li asoyên xuyayî û nexuyayî didin. Dixwazin li ser zimanê me, bibin hevokên cuda, azad û zanînê… Dixwazin her yek ji me bi aqilê xwe bifikire, bi xwezayîbûna xwe bimîne, perdeyên demê ji pêş çavên xwe hilîne… Hevokên li ser zimanê me, dixwazin bi dilê azad, pîr û pak bigihîjin merheleya ‘xwebûnê’ û ji xwe re bibêjin; “êdî wiha nabe! Bi halê heyî, ne em dikarin xwe bibînin ne jî hev!” Xwe bavêjin bextê xwe û hev! Ji jibîrkirina ku îxanetê bi xwe re tîne dûr bisekinin.

Li stêrkên ronî û mayînde binêrin em, ew her dem wekî ‘xwe’ ne, li cihê xwe, ronahiya çav û geşbûna hêviyên me ne… Ji stêrkan re bibêjin em; tevî ku şehîd navê xwe ji wan digrin, di dilê me de li ba wan in jî em nikarin cihekî ji wan re li welatê xwe çêkin! Bibêjin; bi hezaran şehîdên me li cih û warên xwe ‘bêwar’ in, gor bi gor bajar bi bajar digerin! Ji şehîdan re bibêjin; ji ber halê xwe yê heyî, em ji wan pir û pir şerm dikin!