spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kolombiyayê pêşengê xwendevanan hat kuştin

Li Kolombiyayê di 28’ê nisanê de çalakiyên li dijî reforma bacê hatibûn destpêkirin berdewam dike. Pêşengê  xwendevanan Lucas Villa ku di  5’ê gulanê de li bajarê Pereira ji aliyê kesên ne diyar ve hat birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Serokê dewleta Kolombiyayê Ivan Duque ku di destpêka çalakiyan de  banga  komên paramîlîter kiribû û rastî bertekên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mafên mirovan hatibû, di derheqê kuştina Lucas Villa de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Ivan Duque diyar kir ku ew ji ber mirina Lucas gelek xemgîn bûne û got: “Ji malbata wî re sersaxî dixwazim. Tiştên ku min ji bavê wî Maurico re gotiye dubare dikim. Ev ji bo hatina me ya gel hev û axaftinê derfetek e. Tundiyê red bikin. Ew kesê ji kuştina Lucas Villa berpirsyare em ê edaletê bi hêzî nîşanê wî bidin.”

Her wiha Serokê Parastinê yê Kolombiyayê Diego Molano jî ragihand ku kesên ku berpirsyarên Villa bibîne wê  bi 100 milyon pesosê Kolombiyayê (27 hezar dolar) bêN xelatkirin.

Li welat di çalakiyên heta niha de 1 jê polês 42 kesan jiyana xwe ji dest daye.  