spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kolombiyayê tundiya polîsan

Gelê Kolombiyayê ku bi çend hefte ne li dijî hikumetê li ber xwe dide, dixwaze ku polîsên bi dehan kes qetil kirin bên cezakirin û qanûnên polistiyê bên nûkirin.

28’ê nîsanê li dijî reformên bacê yên Hikûmeta Kolombiyayê gelê Kolombiyayê dest bi çalakî û xwepêşandanan kirin. Serokê  Hikûmeta Kolombiyayê Îvan Dûqûe jî li dijî van xwepêşandanan polîs û komên paramîlîter xiste dewrê. Di encama vê de tê gotin ku heta niha herî kêm 42 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin û zêdeyî hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Li gorî saziya civaka sivîl a bi navê Temblores, polîsan herî kêm 40 kes qetil kirin. Bi dehan dîmenên li ser komkujiyên polîsan di medyayê de hatin weşandin. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî peyamên şermezarkirinê weşandin.

Li pêşberî daxwazên gel, li dijî komkujiya bi destê polîsan, hem gel hem jî hin sazî dibêjin ku êdî divê di qanûnên polîstiyê de guherîn pêk werin. Di xwepêşandanên dawî de jî dirûşmên “Ev polîs êdî ne polîsên me ne” hatin qîrîn.

Piştî bûyerên ku bi hezaran kes birîndar bûn, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, Dadgeha Bilind bi daxuyaniyekê cih da van daxwazan. Dadgehê destnîşan kir ku bi taybetî yekîneyên polîsan ên êrişî bûyerên civakî dikin dê bên reformekirin. Lê belê tevî ku bi dehan kes bi zanebûn hatin kuştin jî hîn tenê li dijî sê polîsan bi tenê lêpirsînê dest pê kiriye.   KOLOMBİYA