spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Konyayê komkujî: 7 kurd qetil kirin

Komek nijadperest li navçeya Meram a Konyayê êrîşî malbata kurd kirin. Komê ji heman malbatê 7 kes kuştin. Piştî bûyerê agir berdan xanî û şewitandin. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî daxuyanî da û diyar kir ku berê jî gelek caran rayedar hişyar kirin û wiha got: “Min berê gelek caran rayedar hişyar kiribûn, lê guhdar nekirin. 3 jê jin 7 muwekilên min qetil kirin.”

Eren Keskîn: Xanî şewitandin

Têkildarî bûyerê Hevseroka  Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: “Li navçeya Meram a Konyayê bi çekan êrîşî malbatekê kirin. Di nav de zarok û jin jî heyî bi giştî 7 kes kuştin û xanî şewitandin. Em hewl didin agahiyan bi dest bixin.”

Keskîn, da zanîn ku berê li navçeya Meram a Konyayê di 12’ê tîrmehê de li dijî malbatê êrîş pêk haitbû. Kesên êrîş kiribûn û hatibûn girtin, piştî hatin berdan, dîsa êrîş kirin û malbat qetil kirin. Em ê wekî ÎHD’ê bûyerê bişopînin.”

Çi bûbû?

Di 12’ê gulanê de komeke nîjadperest a ji 60 kesan pêk dihat, li taxa Bahçeşehîrê ya navçeya Meram a Konyayê, êrişî malbata Dedeogûlari ya kurd kiribûn. Malbata kurd  ji Qersê koçî Konyayê kiribûn. Koma nîjadperest, di êrişê de 4 jê jin 3 jê jî zilam ji malbatê 7 kesî birîndar kiribûn. Koma ku êrişî malbata Dedeogûlari kirin cîranê wan in û piraniya wan xizmên hev in. Komê, bi gotina “Em nîjadperest in we li vê taxê nadin jiyîn.” gef li malbatê xwaribûn. Di êrişê de Metîn Dedeogûlari xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ferdên din ên malbatê jî ji cihên xwe yên cuda giran birîndar bûbûn.
Ji ferdên malbatê Bariş Dedeogûllari, serboriya xwe ji Ajansa Mezopotamya re vegotibû. Dedeogûllari destnîşan kiribû ku koma erişkar roja 12’ê gulanê saet di 22.00’an de ketiye hewşa mala wan û bi gotina “Em nîjadperest in we li vê taxê nadin jiyîn.” gef li wan xwaribû. Bariş ev tişt got: “Piştî êrişê kekê min xwîn çû ser mêjiyê wî. 3 rojan di beşa lênêrîna awarte de ma. Xwişka min ji ber birîndariya xwe ya giran 4 rojan di nexweşxaneyê de ma. Platîn kirin milê wê yê çepê. Wê heta dawiya emrê xwe nikaribe milê xwe yê çepê bi kar bîne. Bavê min 66 salî ye, kêl avêtin serê wî. Di kevda destê wî de jî kelajandina şaş heye. 3 kes, ez û cêwiya min jî em bi giranî birîndar bûn. Hin kesên di koma êrişkar de cîranê me bûn. Van kesan berê jî ji me re gotibûn ku ew li vir kurdan naxwazin. Ji ber ku em kurd in li vir nayên xwestin. Roja bûyerê polisên ku hatin cihê bûyerê me sûcdar kirin.”
Tenê 6 kes hatibûn girtin
Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût jî diyar kiribû ku piştî girtina îfadeyên wan êrişkar Alî Keleş, Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Lutfî Keleş, Alî Çalik, Şerîfe Çalik û Velî Keleş hatine girtin û  kesên bi navê A.K., R.Ç., A.Ç., û Î.K. jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Alî Çalik ku hatibû girtin piştî demekê bi hinceta ku “delîlên têrker ên tevlî şer bûye tune ne” hat berdan. Derbarê êrişa ku 60 kes tevlî bûne de tenê 6 kes hatine girtin.