spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê bi hincetên operasyonan agir bi daristanan dixin

Li Kurdistanê wek polîtikayeke dewletê talankirina xwezayê ji aliyekî ve bi HES, RES û bendavan ji aliyê din ve jî bi hincetên operasyonên leşkerî daristan tên şewitandin. Hişmendiya ku êrîşî Rojava, Şengalê dike ji dar û daristanên Bakur heta yên Başûr talan dike, dişewitine. Ev hişmendî çawa ku ji aliyekî ve dixwaze gelê kurd tune bike, ji aliyê din ve jî ekolojiya Kurdistanê tune dike.

Bi rojane ku li Dêrsim, Şirnex, Bedlîs, Çewlikê şewatên daristanan didomin lê bi tu awayî mudaxaleyek ji aliyê dewletê ve nehatiye kirin. Nûçegihanê Pîrhayê Cîhan Berk ji hefteya ku şewatê li Dêrsimê destpêkiriye heta niha li qadê ye û rewşê dişopîne. Berk têkildarî şewata li Dêrsimê axivî û diyar kir ku di encama polîtikayên dewletê de li Kurdistanê şewat zêdetir dibin.

Ferqûmêliya mezin

Cîhan Berk têkildarî şewata li Dêrsimê da zanîn ku ev şewat ne cara yekem e û ne jî dê bibe dawî û wiha got: “Ji 17’ê tebaxê ve li navçeya Xozatê ya Dêrsimê li gundên Danzî û Kurukaymakê mezraya Koçerî bi destpêkirina operasyonên leşkerî agir bi daristanê ketibû. Di dawiya 13 rojan de hin mudaxale hatin kirin. Wek her caran hişmendiya dewletê ferq û mêliyeke mezin dixe navbera bajarên Tirkiye û Kurdistanê.”

Hemû alî bêdeng in

Rojnameger Cîhan Berk diyar kir ku mûdaxale encex di roja 13’mîn de pêk hat û ev tişt anî ziman. “Bi rojan şewat berdewam dike. Lê ne dewlet dihêle mudaxaleyek were kirin, ne jî li hember vê bêdengiya dewletê saziyek, pêngavekê diavêje. Ji ber ku bertek ji sazî, siyasetmedar, aktivîst û hwd re nayên nîşandin. Dewlet jî ji ber vê yekê mudaxaleyekê nake. Siyasetmedaran di roja 10’an de dengê xwe bilind kirin. Em vê yekê baş bizanibin ku heta sazî û civak dengê xwe bilind nekin dê hem şewat bidomin û hem jî xwezaya me were talankirin.”

Dijminatiya li ser kurdan û xwezaya wê

Berk di axaftina xwe de dest nîşan kir ku bi hincetên wek herêmên şêwat li heyî ‘herêma ewle ya taybet’ e, ji ber vê jî destûr nehatiya dayîn û gel mûdaxale nekeriye û wiha domand: “Îro li Kurdistanê bi her awayî dar û deviyên me, dar û daristanên me tên talankirin û dişewitin. Lê li ser erdnigariya Kurdistanê hemû cûreyên neheqî û xerabiyê rewa tên dîtin. Çawa ku îro ji nasnameya kurdîtiyê re dijminatiya herî mezin dikin, ji erdnîgarî û xwezaya me re jî dijminatiya herî mezin dikin.”

Nêzîkatiyên dualî

Cîhan Berk bal kişand ser nêzîkatiyên dualî yên ku dema li bajarên Tirkiyeyê agir bi daristan dikeve her kes dibe xwezaparêz lê dema ku mijara dibe bajarên Kurdistanê ji hunermandan heta gelek derdorên bi nav û deng bêdeng dimînin. Berk wiha bi lêv kir: “Me di mînaka şewata li daristanên Manavgat û hin bajarên din de jî ev yek ferq kir. Hunermend, rewşenbîr û gelek siyasetmedarên ku bêdengiya dewletê li hember şewatên Antalya, Mugla, Marmarîs û gelek deverên din kirî; li hember Dêrsim, Çewlig, Bedlîs û Şirnex bi heftiyane bêdeng in.”

Bêhêziya partiyên siyasî

Rojnameger Cîhan Berk dawiya axaftina xwe da zanîn ku ji partiyên siyasî heta rêxistinên ekolojiyê, saziyên elewiyan û hûnermendan di vê  pêvajoya şewata daristanan de rola xwe ne lîstin û wiha got: “Ger sazî, hunermend u rêxistinên ekolojiyê bersiveke baş bidana dê ev 16 roj in daristanên Kurdistanê şewat dewam nekira. Tenê bertekên li ser medyaya civakî têr nake û bertekdayîneke pasîf e. Hewce ye em derkevin kûçeyan û em dengê xwe bilind bikin.”