spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê pandemî û rastiya civaka mêtingeh

Ruşen Sekvan

Di pêvajoya pandemiyê de ji bo gelên Kurdistanê xizmeta tenduristiyê nehat dayîn. Mafên xizmetên tenduristî û zimanê dayikê ji hêla gerdunî ve esasên sereke ne. Ziman di hêla vegotinê de alava herî girîng e. Mirovên ku nikaribin xwe derbibin ne pêkan e xizmeta baş bigirin. Bi salan e ev pirsgirêk li Kurdistanê tê jiyîn. Di pêvajoya pandemiyê de li Kurdistanê di aliyê ziman de tu xebat nehatiye kirin, ji ber di xizmetên tenduristiyê de ziman tunebû encam nehatiye girtin.

Ên di pêvajoya pandemiyê de herî zêde bi bandor bûn çîna karker û kedakran e. Bandora vê ya li Kuridstanê wek hemû cîhanê, gelek giran bû. Li Kurdistanê bi dehan sal in şer heye û polîtîkayên şer tên meşandin. Ji ber vê civak neçar dimîne karkeriya demsalî bike. Di pêvajoya pandemiyê de karkerên demsalî betal mane. Gelek karker mahkûmî birçîbûn û xizaniyê hatin kirin. Kesên li gundan bi sewalan debara xwe dikirin jî ji ber pandemiyê nikaribûn sewalên xwe biçêrînin û ji ber vê ceza girtin. Ji bo otel û fabrîkayên mezin xebata wan ne sekinî, karker mahkûmî şert û mercên dijmirovî hatin kirin.

Li Kurdistanê jiyan hîn bêtir komî û zêdetir civakî ye. Tevî hejmara ferdên malbatê zêde ye jî ew di nav hev de ne. Li Kurdistanê demên qerebalix ên wekî dawet, şîn û cejnan hîn bêtir zêde ne. Ji bo belavbûna vîrûsê ev hawir bi risk in. Di pandemiyan de divê xweserbûna herêman li ber çavan bê girtin û polîtîka bên meşandin. Li Kurdistanê bi qeyûman re pêşî li rêveberiyan hatiye girtin û di pandemiyê de ev zêdetir bûne pirsgirêkên mezin. Lê polîtîkayên ku gel tev li rêveberiyên herêmî bibe, dikare pêvajoya pandemiyê baş bi rêve bibe. Lê polîtîkaya yekane ya hat pêşxistin, bûne polîtîkayên ceza û qedexeyê.
Dema qedexeyên Covîdê dest pêkirin bandora wê ya li Kurdistanê cuda bû. Qedexe di hişê gelê kurd de cihekî cuda girtiye. Di 2015-2016’an de qedexeyên derketina derve hîn di hişê gel de teze ne. Di pêvajoya pandemiyê de, di meha gulana 2020’î de li Nisêbînê polîsan bi çekan bera zarokan dan û gule reşandin. Di daxuyaniya der barê vê de hat dayîn îdia kirin ku zarokan kevir avêtine wan. Gelek mînakên din wek vê di pêvajoya pandemiyê de hatin jiyîn. Civakên mêtingeh bi cezayê diçewisînin û ev di pêvajoya pandemiyê de baş hat dîtin.
Di pêvajoya pandemiyê de aşiyên li dijî vîrûsê hatin pêşxistin jî di polîtîkayan de cihê wan mezin e. Aşî; ji bo parastina beden û xurtbûna bedenê ye. Ji roja pandemiyê despêkiriye heta niha nîqaşên der barê aşî û aşîkirinê de cihekî girîng digire. Piştî aşî hat dîtin bi lez xebatên aşiyê hatin destpêkirin lê di vir de jî Kurdistan di plana duyem de maye. Bêbaweriya li hember aşiyê bi polîtîkayên dewletê re girantir bûye. Di salên borî de aşiyên xerabûyî rê li ber bi hezaran bûyerên SSPE vekir û ev di hişê gelê kurd de cih girt ku divê baweriya xwe bi aşiyan neynin. Ligel vê li Kurdistanê bêyî agahiya jinan rêbazên kontrola welidînê hatin ferzkirin û carna bêyî agahî rêbazên kontrola welidînê hatin kirin. Carna bi hincetên ji rêzê li jinan kurtaj hat ferzikirn. Di bin hişê gelê kurd de cih girtiye ku di bin tehdîda qirkirinê de ye. Ev jî girêdayê polîtîkayên dewletê ne. Gotina ‘kisirê’ ya li dijî aşiya pêş ketiye jî hawireke bê ewle ava kiriye.

Pêvajoya pandemiyê ewil zelal nehat meşandin, piştî demekê bi daneyên berovajî hat manîpulekirin. Li dijî daneyên ne rast bertek zêde bûn û ji aliyê saziyên civaka sivîl ve ev rêbaz hatin deşîfrekirin. Di vî alî de gav şûn de hatin avêtin. Li dijî van bertekan pêvajoyeke nexşerêyeke rengîn hat avakirin. Li ser vê nexşerêyê carna Kurdistan rengê şîn bû carna Tirkiye rengekî din bû. Tirkiye û Kurdistan hertim di aliyê rengan de ji hev cuda bûn.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê tenduristiyê wiha bi nav dike ‘Rewşeke giştî ya baş a ruh, fizîkî û civakî ye’. Di vê pênasîna jor de, tê gotin ku tenrustiya baş ne pêkan e ku ji rewşa siyasî û polîtîk cuda be. Pirsgirêka tenduristiyê girêdayî pirsgirêka azadiyê ye, yanî rewşa tenduristiya baş rewşa azad e.

Her pirsgirêka di pergala tenduristiyê de, pirsgirêka ku modernîteya kapîtalîst di her qadê de afirandiye. Xwe li ser vê heyî dike û ji nûve hildiberîne. Ev tiryakbûn; ji biyanîbûna beden, girêdayîna xizmeta tenduristî û zanîna tenduristiyê , tê. Ji bo ji vê krîza pergala tenduristiyê bê derketin, divê ewil ev têkiliyên girêdayînê bên şikandin. Ji bo gelê di bin lepê qirkirinê de ye, her polîtîka bi hinceta pandemiyê hatiye pêşxistin, serdestiyê zêdetir dike. Ji vê krîzê derketin û avakirina jiyaneke nû; bi avakirina jiyaneke nû pêkan e. Di vî alî de ji bo avakirina jiyaneke nû avakirina pergala tenduristiyê jî girîng e. Dema ev nêrîn û perspektîf bên pêşxistin, polîtîkayên tên pêşxistin dikarin encamê bidin.

Çavkanî: Jinnews 

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê