20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbayayê şerê komên çete dîsa dest pê kir

Her ku pirsgirêka Lîbyayê nêzî çareseriyekê dibe, dema ku ew çareserî ne li gorî komên çete be şer dest pê dike. Di van rojên dawî de Li Tranblusê dîsa şerê di navbera koma milîsên ku navê ‘Quwet El Redi’ û koma çekdarên Xenêwa de dest pê kir. Li gorî çavdêrên siyasî dibe ku ev şerê di navbera wan komên çekdar de wekî operasyoneke leşkerî be. Da ku nameyekê ji siyasetmedaran re bişînin û nehêlin hilbijartin di dema xwe de pêk bên. Şerê dawî di navbera van koman de li ser desthilatiya nexweşxaneya Navnetewî ya Trablusê dest pê kir.
Wekî tê zanîn rêxistina Ixwanan bajarê Trablusê li ser komên xwe yên çekdar par vekiribû. Lê gelek caran li ser parvekirina van herêmên desthilatdariyê şer û pevçûn di navbera wan koman de derdikevin.
Li ser mijarê Rêxistina Istixbarata Lîbyayê bang li herdu aliyan kir ku pevçûnan rawestînin û bang li wan kir ku tevli civînekê bibin ji bo nîqaşa çareseriyê lê aliyê Xenêwa ew daxwaza istixbarata lîbî red kir.
Hin aliyên lîbî hikûmeta tirk tewanbar dikin ku bi riya zilamên xwe yên ixwanî van tevliheviyan dike. Tê gotin ku ew tevlihevî bi riya rêberê ixwanî Fethî Başaxa ku berê di hikûmeta demikî ya Ixwanan de wezîrê karên hundir bû, rû didin. Her wiha sedema van tevliheviyan ew e ku heke hilbijartin pêk werin dê aliyê Ixwan Mislimîn ji derveyî desthilatiyê bimînin an jî bi kêmanî dê cihekî giring di desthilatiyê de negirin. Lewre jî ew dixwazin aloziyê berdewam bikin.