25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Libnanê kriza siyasî û aborî kûr dibe

Piştî çend mehan ji bêdengiyê li Libnanê dîsa gel dakete kolanan û dest bi çalakiyên protestokirina rewşa aborî kir. Krîza aborî ya li vî welatî û buhabûna ku bi xwe re anî şert û mercên jiyanê li vî welatî gelekî zor û zehmet kiriye.

Li paytext Beyrûdê xwepêşandêr daketin kolana bajêr (Kolana El Hemra) û linêzî bankaya navendî rê li trafîkê girtin. Hinek xwepêşandêr xwestin ku bikevin avahiya bankaya navendî. Lê hêzên ewlekariyê ew asteng kirin.

Nerazîbûn li bajarê Trasblusê jî hebûn. Li wir jî xwepêşandêran rê li trafîkê girtin.  Xwepêşandanên dawî di encama nakokiyên siyasî ên di nava siyasetmedarê Libnanê de derketin holê. Nexasim nakokî û aloziya di navbera serokdewlet Mîşêl Ewn û serokê parlamentoya Libnanê Nebîh Berî de.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî daneyên fermî yê Libnanê ji 5’an 4’ê libnaniyan di bin sînorê xizaniyê de dijîn.

Krîza aborî astengiya herî mezin e li pêşiya serokê hikûmetê Necîb Mîqatî û bi ser de jî nakokiyên siyasî ên di navbera aliyan de astengiyeke din e li pêşiya kar û barê hikûmetê.

Li ser banga ku dê roja pêncşemê 13’ê çileya 2022’an ‘îro) xwepêşadan û nerazîbûn gel li hemû Libnanê belav bibe, gelek bankayan deriyê xwe venekirin. Banga xwepêşandanê ji alî hin sendîkayan ve hatin kirin û navê ( Roja Hêrsê) li xwepêşandanên xwe kirin.

Her wiha Wezîrê Perwerdehiya Bilind Abas Helebî jî dabû xuyakirin ku di vê rojê de hemû dibistan û zanîngeh dê ji bo ewlekariya xwe, deriyê xwe venekin.