20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê amadekariyên hilbijartinê

Hewldanên pêşîvekirina li hilbijartinên Lîbayayê yên ku aliyan li hev kiribû di 24’ê kanûnê de pêk bên berdewam dikin. Serokê hikûmeta demkî Abduhemîd Dubeybe der barê girîngiya ku hilbijartin di dema xwe de pêk werin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Dubeybe der barê berendamtiya Seyfulislam Qedafî de wiha got: “Ew dikare serî li berendamtiyê bide. Ji ber ku kurê eşîreke girîng e. Lê hin pirsgirêkên wî yên hiqûqî hene û gelek caran dadgeha ceza ya navnetewî banga teslîmkirina wî kirine.”

Ji aliyekî din ve Dubeybe der barê têkliyên bi Xelîfe Hefter re jî got ku tu pirsgirêk tune ye û ew dikare bi Hefter re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Lê hin şertên min ji bo wê yekê hene. Yek ji şertên hevdîtna bi Hefter re ew e ku agirbesta heyî berdewam bike.”

Dubeybe bal kişand ser gotina Hefter a ‘Heta ku hikûmeteke hilbijartî dernekeve holê, dê artêşa neteweyî ne girêdayî tu kesî be’ û li ser meseleyen din axivî. Wekî din jî gelek pirskên din ên Lîbyayê hene. Wekî meseleya komên çekdar ên biyanî û belavbûna artêşa netewî û hin pirsgirêkên din bê çareserî mane. Wiha xuyaye ku dê çareseriya van pirsgirêkan  bimîne piştî hilbijartinan..